Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Keçan a Senharîbê ya Dihokê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya bidestxistina nasnavê Şampiyoniya Rojavayê Asyayê ya Voleybolê, pîrozbahî li serok, rahêner û hemû werzişvanên Yaneya Keçan a Senharîbê ya li Dihokê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 28ê Mijdara 2026an li ser tora civakî ya Xê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de hêviya serkeftina berdewam ji bo keçên werzişvan xwest.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha nivîsî:
"Bi boneya bidestxistina nasnavê Şampiyoniya Rojavayê Asyayê ya Voleybolê, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî serok, rahêner û hemû werzişvanên Yaneya Keçan a Senharîbê ya li Dihokê dikim."
Di berdewamiya peyama Serokê Hikûmetê de hat gotin: "Ez hêviya pêşketin û serkeftina berdewam ji bo wan û hemû werzişvanên Kurdistanê dixwazim."
Serkeftineke dîrokî li Beyrûtê
Tîma voleybolê ya keçan a Yaneya Senharîbê ya Dihokê, îro piştî ku li Beyrûtê li hemberî yaneya Şebîbe Bûşriye ya Lubnanî bi ser ket, bû qehremana Şampiyoniya 2yemîn a Yaneyên Rojavayê Asyayê.
Di yariya fînalê de ku li Hola Kompleksa Werzişî ya Mîşêl Mur a li Beyrûtê hat lîstin, keçên Senharîbê bi encama sê setên bêberamber (3 - 0) bi ser ketin. Bi vê encamê re, keçên Dihokê di asta voleybola keçan de ji bo yaneyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yekemîn nasnavê navneteweyî bi dest xist.