Tevgera geştyarî û bazirganiyê li Dergehê Başmaxê asayî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Komelgeha Dergehê Navdewletî yê Başmaxê, welatî, geştyar, şofêr û bazirganan agahdar dike ku dergeh bi temamî vekirî ye û çûnûhatina geştyarî û bazirganî tê de berdewam e.

Dergehê Navdewletî yê Başmaxê îro Yekşemê, 29ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyekê de zelal kir: "Em hemû wan gotegot û nûçeyan red dikin ku di hin rûpelên sîber de derbarê girtina dergehî de hatine belavkirin."

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye tekezkirin ku dergeh ji bo welatî, geştyar, şofêr û bazirganan bi temamî vekirî ye, çûnûhatina geştyarî û bazirganî lê berdewam e û hemû binke û beş dê 24 saetan di xizmeta welatî û geştyaran de bin.

Derbarê belavkirina nûçeyên nerast de, Rêveberiya Komelgeha Dergehê Navdewletî yê Başmaxê hişyariyê dide ku her kenal û rûpeleke ku zanyariyên şaş belav bike, dê rûbirûyî rêkarên yasayî bibe.

Her wiha daxwaz ji geştyar û bazirganan tê kirin ku ji bo ji rastî û dirustiya her nûçeyeke derbarê dergehî de piştrast bibin, tenê pişta xwe bi rûpela fermî ya Rêveberiya Komelgeha Dergehê Navdewletî yê Başmaxê girê bidin.

Dergehê Sînorî yê Başmaxê xaleke sînorî ya girîng a navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê ye. Ev dergeh wekî şademara aborî ya navbera van her du welatan tê hejmartin. Komelgeha Sînorî ya Başmaxê dikeve devera Pênciwînê li Herêma Kurdistanê û devera Merîwanê li Îranê.