Piştî du mehan hinardeya nefta Iraqê bo Amerîkayê careke din dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê piştî ku heşt hefteyan li pey hev hawirdekirina neftê rawestandibû, careke din dest bi hawirdekirina nefta xav a Iraqê kir. Rêveberiya Enerjiyê ya Amerîkayê ragihand, di hefteya borî de rêjeya navînî ya hawirdekirina nefta Iraqê di rojekê de gihiştiye 43 hezar bermîlan.

Rêveberiya Enerjiyê ya Amerîkayê îro 29ê Mijdara 2026an belav kir ku rêjeya navînî ya hawirdekirina nefta xav bo Amerîkayê di rojekê de gihiştiye 5 milyon û 720 hezar bermîlan. Ev rêje li gorî hefteya berî wê rojane 463 hezar bermîl zêde bûye, ji ber ku di hefteya berî wê de rojane 5 milyon û 257 hezar bermîl hatibûn hawirdekirin.

Kanada bi rêjeya navînî ya 3 milyon û 918 hezar bermîlan di rojekê de, di pêşengiya mezintirîn dabînkerên nefta xav ên Amerîkayê de bû. Piştî wê jî Venezuela bi 734 hezar bermîlan, Meksîk bi 293 hezar bermîlan û Erebistana Siûdî bi 216 hezar bermîlên rojane hatin.

Di rêza pêncem de Guyana bi rêjeya navînî ya 191 hezar bermîlan di rojekê de hat; piştre Nîjerya bi 137 hezar bermîlan, Brazîl bi 121 hezar bermîlan, Kolombiya bi 67 hezar bermîlan û Iraq jî bi 43 hezar bermîlên rojane hatin tomarkirin. Di heman demê de, Arjantînê di wê hefteyê de ti hinardeyeke neftê bo Amerîkayê tomar nekir.

Rêjeya navînî ya bikaranîna rojane ya neftê li Amerîkayê bi nêzîkî 20 milyon bermîlan tê texmînkirin û bi vê yekê ew welat li seranserê cîhanê dibe mezintirîn bikarhênerê neftê.