Serok Barzanî pîrozbahî li qehremanê boksê yê Kurd Agit Kabayel kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di peywendiyeka telefonî de pîrozbahî li qehremanê boksê yê Kurd Agit Kabayel kir û hêviya serkeftina berdewam jî ji wî re xwest.
Baregayê Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand ku Serok Mesûd Barzanî îro Yekşem, 29ê Mijdara 2026ê, bi rêya telefonê pîrozbahî li qehremanê boksê yê Kurd yarîzan Agit Kabayel kir.
Baregayê Barzanî eşkere jî kir ku pîrozbahiya Serok Barzanî ji ber parastina nasnavê wî û wê serkeftina dîrokî bû ya ku wî bi dest xist û hêviya serkeftina berdewam jî ji wî re xwest.