Parlamenterekî Fransayê: Divê gelê Kurd di biryardanê de azad be

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterekî Fransayê û Serokê Koma Lêkolînan a Kurd ragihand ku ji ber biryarên vê dawiyê yên Bexdayê yên li ser zeviyên petrolê, deriyên sînorî û belavkirina hêzên federalî, Herêma Kurdistanê ku di destûra 2005ê de îtîrraf pê hatiye kirin, ketiye bin metirsiyê; piştrast jî kir ku divê rêz li mafê gelê Kurd ê çarenivîsê bê girtin.

Endamê Parlamentoya Fransayê li ser lîsteya “LFI”yê û Serokê Koma Lêkolînan a Kurd Thomas Portes îro Yekşem, 29ê Mijdara 2026ê, ragihand ku Herêma Kurdistanê ku di destûra sala 2005ê de îtîraf pê hatiye kirin, niha di bin metirsiyê de ye û piştrast kir ku divê gelê Kurd azad be di biryardana li ser paşeroja xwe de û rêz li mafê wî yê çarenivîsê bê girtin.

Thomas Portes li ser tora civakî ya Xê nivîsiye: "Di 24ê Mijdarê de Bexdayê ferman bi sepandina kontrolê li ser deriyên sînorî û çend zeviyên petrolê da, ku ji aliyê Kurdan ve tên birêvebirin, roja din jî Dadgeha Bilind a Îraqê rê da belavkirina hêzên federalî li seranserî sînorên herêma xwebirêveber."

Wî parlamenterê Fransayê behsa wê yekê jî kiriye ku li pişt wan biryaran ku Bexdayê bi navê rûbirûbûna qaçaxçîtiyê hincet ji bo wan anîne, paşeroja aborî, ax û siyasî ya Kurdistanê heye.

Portes herwisa bi bîr aniye ku di 26ê Mijdarê de bi hezaran Kurd ji bo berevanîkirina ji mafên xwe rijiyane ser cadeyan û tekez kir: "Divê gelê Kurd di biryardana li ser paşeroja xwe de azad be û rêz li mafê wî yê çarenivîsê bê girtin."

Ev di demekê de ye ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di çend rojên borî de aloz bûne, piştî biryarên Hikûmeta Federalî ya Îraqê yên li ser zeviyên petrolê, deriyên sînorî û rawestandina demkî ya pişka berhemên petrolê yên kargeh û kompaniyên Herêma Kurdistanê, herwisa biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya li ser sînorê desthilata Herêma Kurdistanê û belavkirina hêzên federalî li ser sînoran.

Di hember de Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) her duyan biryarên yekalî û zimanê leşkerî red kirin û daxwaza pabendbûna bi destûrê kir.

Herwisa li roja Pêncşemê, 26ê Mijdara 2026ê, bi hezaran welatî li ber Kelha Hewlêrê ji bo piştgirîkirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê xwenîşandan kirin û amadebûn ji bo tevlîbûna di diyalogê niştimanî ya 1ê Berçileyê de bi serpereştiya Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan jî hatiye nîşandan.