HDP: Divê Erdogan lêborîna xwe bixwaze
Li Ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ku ji bo HDPê gotibû; "Ger dixwazin li bakûrê Iraqê Kurdistan heye. Bicehmin biçin wê derê" Komîsyona Maf û Baweriyan ya HDPê amadekariyê dike ku dozê li dijî Serokkomarê Tirkiyê Erdogan veke. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Azad Bariş jî ragihand ew kes Erdogan jî be ne heddê tu kesî ye ku ji 20 milyon Kurdî re bibêje terka vî welatî bikin.
K24 – Stenbol
Li Ser daxuyaniyên Erdogan ku ji bo HDPê gotibû; "Ger dixwazin li bakûrê Iraqê Kurdistan heye. Bicehmin biçin wê derê" Komîsyona Maf û Baweriyan ya HDPê amadekariyê dike ku dozê li dijî Serokkomarê Tirkiyê Erdogan veke. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Azad Bariş jî ragihand ew kes Erdogan jî be ne heddê tu kesî ye ku ji 20 milyon Kurdî re bibêje terka vî welatî bikin.
Komîsyona Maf û Baweryan ya Şaxa Bajarê HDPa Stenbolê, li ser daxuyaniya Serokomar Erdogan ya derbarê "Ger dixwazin li bakurê Iraqê Kurdistan heye. Bicehmin biçin wê derê" kongreyeke medyayê birêve bir û reaksiyoneke tund nîşanda. Di kongreya medyayê de ji nûnerên Kurdan bigirin heta yên Ermen, Asûrî, Elewî û gelekên din cih girtin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê ku ji Medya û Propagandayê Berpirsiyar e Azad Bariş li dijî daxuyaniyên Erdogan ragihand, wek nemir Mele Mustafa Barzanî gotiye, werin em tirbê hev bijmêrin bê kî esil xwediyê vê derê ye bila derkeve holê. Ne heddê kesî ye ji 20 milyon Kurdî re bibêjî terka Tirkiyê bikin. Ev gotin ne tenê ji bo HDP û Kurdan di heman demê de ji bo hemû civakên li Tirkiyê dijîn hatiye gotin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Azad Bariş ji K24ê re jî wiha axivî: "Tiştê ku Erdogan got rast e em sipasiya xwe diyar dikin. Wek ku Qazî Muhammed jî gotiye Kurdistan yek e ne çar e. Rast e Kurdistan heye li başûr. Başûr çi ye, tê çi maneyê, sê perçeyên din Kurdistanê hene. Ev Erdogan tiştekî rast gotiye. Lê belê kesek ji cihekî naçe cihekî din. Ji ber ev der mala me ye. Mezelê me ye cihê me ne. Li vê derê xevroşkên me hatine gotin. Ne heddê bavê tu kesî ye Erdogan jî di nav de ku ji me re bibêje ji vir derkevin. Belê rast e Kurdistan e başûr di dilê me de gelekî mezin e ya bakur jî wisa ye. Serokê cumhûrê çawa rabe ji 20 milyon însanî re bibêjî ji vir derkevin û vê derê terk bikin. Ev bê edebî ye."
Endamê Encûmena HDPê Selîm Kaplan jî diyar kir di serdema referandûma serxwebûna Kurdistanê de jî Serokomarê Tirkiyê Erdogan serkêşiya daxuyaniyên tund kiribû li dijî vîna gelê başûr. Îro jî heman şêwazê li dijî vîna gelê bakur bikar tîne. Kaplan ragihand ew wek Kurd û HDP'yîyekî her çiqas Erdogan bêje derkevin jî ji vî welatî, em dernakevin û ji bo nasnameya Kurdan, aştî û biratiya gelan têkoşîna xwe berdewam bikin.
Endamê Encûmena HDPê Selîm Kaplan got: "Li ser xaka Mezopotamyayê ya Anatolyayê gelên li vir dijîn hemû xwediyê vê xakê ne. Tu mafê tu kesekî karibe ji mirovekî re bêje ji ser vê xakê rabin herin ser xakeke din tune ye. Ji xwe ku ev kes Serokomarê vî welatî be û Serokomarê 82 milyon mirovan be ev pisgirêkek gelekî mezin e. Pirsgirêkek hiqûqî ye mirovanî ye û wijdanî ye. Divê Serokomarê vî welatî lêborîna xwe bixwaze."
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berî niha pêşî ji Hevserokê HDPê Sezaî Temellî re gotibû; li Iraqê Kurdistan heye biçe wê derê li Tirkiyê Kurdistan nîn e. Bi şûn de jî li Artvînê hemû HDPyî destnîşankiribûn û gotibû; "Ger hûn dixwazin li bakûrê Iraqê Kurdistan heye. Bicehmin biçin wê derê" Li ser vê daxuyaniyê, Kurd, Ermen, Asûrî û gelek kêmneteweyên din ên dibin baskê HDPê de di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ragihandin, rast e li Iraqê Kurdistan heye û şêrîna ber dilan e, lê belê li bakur jî Kurdistan heye û ew ji vir naçin tu cihî. Ew ê ji bo wan gotinên Erdogan jî dozê lê vekin.