Piştî encamen hatin hilbijartin; CHP û pirs a Kurdî
Li Tirkiye û bakur nîqaşên li ser encamên hilbijartin û rol û bandora dengdêrên Kurd û HDPê didomin. Li gorî daneyan bêyî dengên HDPê nemimkun bû ku CHP bajarên Stenbol û Enqereyê qezenc bike. Lê belê CHP bi awayeke eşkere bo piştgiriya HDPê spasî nake û di vî warî de bêdeng dimîne. Rojnameger dibêjin, nêzîkbûna CHP û HDPê nehêsan e. Berpirsên HDPê jî didin zanîn ku divê vê encamê him desthilatdar him jî mixalefet baş binirxîne û derbarê kêşeya Kurd de pêngavên hewce bêne avêtin.
K24-Ankara

Karvedanên encamên hilbijartinên herêmî li Tirkiyeyê didomin. Partiya mixalefeta sereke CHPê bi saya piştevaniya dengdêrên Kurd û HDPê piştî 25 salan li gorî encamên neteqez tevî şaredariyên bajarên Stenbol û Enqereya paytexta Tirkiyeyê, şaredariyên Edene, Mêrsîn û Antalyayê qezenc kir. Herçiqas ji xeynî çend endam û berpirsên CHPê ji bo piştgiriyê spasiya HDPê û Kurdan kiribe jî, bi awayeke eşkere ji Serokê Giştî û berpirsên payebilind wek spasiya bo Partiya ÎYÎya ku hevpeymanê wan ê "Tıfaqa Milletê" ye, daxuyaniyeke nehatiye dayîn.
Rojnamegerên ku CHPê ji nêz ve dişopînin, destnîşan dikin ji ber xeta siyasî ya CHPê nehêsan e ku nêzikayeke eşkere di navbera CHP û HDPê de encam bide.
Yildiz Yazicioglu-Rojnamevan, dibêje: "Di serkeftina CHPê de daxuyaniya Demirtaş û stratejiya HDPê hêja bû. CHP ji ber ku bi awayeke eşkere li gel HDPê tifaqeke pêk neanî spasiya HDPê nekir. Lê belê hin namzedên CHPê, li Stenbolê wek Imamoglu spasiya dengdêrên Kurd û HDPê kir. Li gorî min ji bo ku CHP hin pêngavan bavêje lazim e ku HDP jî hin pêngavan bavêje û îdiaya xwe ya partiya Tirkiyeyê bidomîne."
Endamê Rêveberiya Navendî ya HDPê Huseyîn Taka dide zanîn ku, ev hilbijartin daye nîşan ku beyî gelê Kurd û HDPê li Tirkiyeyê pirsgirêkên demokrasî û aborîyê nayên çareserkirin.
Huseyîn Taka-endamê Rêveberiya Navendî ya HDPê, got: "Piştî encamên hilbijartinê derbarê çareserkirina kêşeya Kurd de dibe ku îdraqa CHPê hineke guherî be, belê ya girîng waqie û pratîk e. Em ê lê binêrin ka gelo ew ê di pratikê de jî biguherin yan na? Heyama nû bi nîqaş e, wê siyaset jinûve bê dîzaynkirin. Dibe ku partiyên nû jî derkeve û partiyên heyî jî konseptên xwe biguherîne."
Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ya ku wek stratejîya hilbijartinên herêmî, li bajarên mezin yên Tirkiyeyê namzedên şaredariyan dernexist û bi awayeke eşkere piştgirî da namzedên "Tifaqa Millet" û CHPê bandoreke mezin da ser encamên hilbijartinan û bû sedem ku "Tifaqa Cumhur" ya Ak Partî û MHPê li bajarên mezin têk biçe.