Karvedanên nûkirina hilbijartina Şaredariya Stenbolê

Li Tirkiyê bi hinceta nelirêtiyê biryara nûkirina hilbijartina bo şaredariya Stenbolê di rojeva medya û partiyên siyasî yên vî welatî de wek babeteke sereke cîh digire. AK Partî û CHP ku nêzîktîrin bo serkeftina şaredariya bajêr tê destnîşankirin wek hilbijartina berê ligel heman namzedên xwe dikevin hilbijartinê. HDP ku bi hilbijêrên xwe li ser diyarkirina encama hilbijartinê wek karîgeriyeke mezin e ragihand wê piştgiriya kandîdê CHP bikin. Biryara partiyên din rojên bê dê bê eşkerekirin.

K24- Istenbol

PKG-09052019-HelwestaPartiyenSiyasiBoHilbijartine-Istanbul-Box

Piştî ku ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê ve biryara dubarekirina hilbijartina şaredariya Stenbolê hat dayîn liv û lebata li nav partiyên siyasî zêdetir bû Ji xeynî AK Partî û CHP ku herî nêzîkî serkeftinê tên destnîşankirin, helwesta partiyên din ên siyasî di rojeva medyaya vî welatî de tê nîqaşkirin.

HDP ku li Stenbolê nêzî 1 milyon û 200 hezar hilbijêrên wê hene di vê hilbijartina nû de jî wê namzet nîşan nede û piştgiriya Ekrem Îmamoglu yê kandîdê CHP wê bike.

Erol Katircioglu-parlamenterê HDP ê Stenbolê, got: Li Tirkiyê di salên dawî de binpêkirina mafên mirovan zêdetir bû û neheqiyek li Ekrem Îmamoglu hate kirin. Loma em ê piştgiriya Îmamoglu bikin. Ji bo hin guherînên siyasî yên welêt hêviya me ji wî heye. Ji stratejiya me ya berê tu guhertinek nîn e ev helwesta me bersiveke baş e bo kesên ku dibêjin piştî ragihandina nameya Ocalanî bi AKP re li hev kirine.

Partiya Saadetê ku wek partiyeke muhafazakar û oldar tê zanîn û di hilbijartina 31ê Adarê de li Stenbolê 103 hezar deng wergirtibû. Partî di vê hilbijartina bê de namzed nîşan bide yan nede hêj ne diyar e. Lê li gor hin gotarên li ser medyayê hatiye belavkirin, dengdêrên mihafazakar ên Saaedetê eger partiya wan namzed nîşan nede wê dengên xwe bidin AK Partî lê ji bo pêşiya vê bê girtin Partiya Saaedetê wê bikeve hilbijartinê.

Abdullah Sevîm- serokê Partiya Saedetê yê Şaxa Stenbolê, got: Ji bo welat û xelkê me çi bi xêr be em ê wê bikin. Bêguman biryara nûkirina hilbijartina Stenbolê biryareke bêhiqûqî ye. Piştî encamdayîna serlêdana CHP ya bo betalkirina hilbijartinên sala borî û yên îsal ên şaredariya 39 navçeyên Stenbolê, partiya me wê namzed nîşan bide yan na wê were eşkerekirin.

Di hilbijartina 31ê Adarê de Ekrem Îmamoglu namzedê CHP bi rêjeya ji%48,80 bi ser ketibû. Bînalî Yildirimê namzedê AK Partî ku di rêza duduyan de hatibû destnîşankirin rêjeya dengên wî jî %48,55 bû. Ferqa navbera her du namzedan wek 13 hezar deng hatiye destnîşankirin. Hilbijartina nû bo şaredariya Stenbolê wê 23ê Hezîranê pêk were.