Pak û Psk li Enqereyê dest bi serdana partiyan kirin

Li bakurê Kurdistanê doza partîyên Kurdî ku di navên wan da peyva Kurdistanê derbas dibe didome. PAK û PSKê bi şandeyeke îro li Enqereyê ji bo piştgirîyê dest bi serdana sazîyên sîvîl, delegasyona Yekîtîya Ewropayê û partîyên sîyasî kirin. Şande li HDP û CHPê jî hevdîtinan pêk anîn û ji wan daxwaza piştgirîyê kirin. Herwiha partîyên Kurdî ji Ak Partî û Partîya Saadetê jî daxwaza hevdîtinê kirine lê belê hêj ew bersiv nedane wan.

K24-Ankara

Li bakurê Kurdistanê doza partîyên Kurdî ku di navên wan da peyva Kurdistanê derbas dibe didome. PAK û PSKê bi şandeyeke îro li Enqereyê ji bo piştgirîyê dest bi serdana sazîyên sîvîl, delegasyona Yekîtîya Ewropayê û partîyên sîyasî kirin. Şande li HDP û CHPê jî hevdîtinan pêk anîn û ji wan daxwaza piştgirîyê kirin. Herwiha partîyên Kurdî ji Ak Partî û Partîya Saadetê jî daxwaza hevdîtinê kirine lê belê hêj ew bersiv nedane wan.

Dadgeha Makezagona Tirkiyeyê, di meha Sibatê da derbarê PAK, PSK, KKP û PDK-T'ya ku partîyên fermî û yasayî ne, ji bo ku di navên wan da peyva Kurdistanê derbas dibe doza girtinê vekiribû. PAK û PSK'ya ku di hilbijartinên 31ê Adarê da "Tifaqa Welatperwer û Demokrat" ava kiribûn, li dijî doza girtinê li Enqereyê serdana Komeleya ÎHDê, Konfederasyona KESKê, Delegasyona Yekîtîya Ewropa, HDP û CHPê kirin û derbarê rewşa dawî ya doza girtinê da agahîyan parve kirin û daxwaza piştgirîyê kirin.

Şandeya Partîyên Kurdî, li Navenda HDPê li gel Hevseroka HDPê Perwîn Buldan jî hevdîtineke pêk anîn. Buldan da xuyakirin ku ew ji kevneşopîya partîyên girtî tên; ji loma ew baş wan fêm dikin û di vî warî da çi ji destê wan bê ew ê bikin. Cîgir Serokê PSKê Celal Yildiz derbarê hevdîtina li gel Hevseroka HDPê da dibêje, hevdîtina wan di atmosfereke baş da derbas bûye û ew peyama piştgirîyê dane wan.

Celal Yildiz-cîgir serokê PSKê, got:"Hevdîtina me ya HDPê di atmosfereke baş da derbas bû. Jixwe em Kurd birayê hevûdin e. Me li ser pêvajoya doza girtina partîyên me da wan agahdar. Ka em Kuird dikarin çi bikin, çi daxuyanî, belavok be. Ew jî gotin çi ji destê me bê em ê bikin. HDP got divê partîyên k udi navên wan da peyva Kurd û Kurdistanê derbas dibe neyên girtin û vê yekê şermezar kirin."

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê PAKê Mustafa Ozçelîk jî dibêje, ew dixwazin sazîyên sivîl û partîyên sîyasî li dijî doza girtina partîyên ku peyva Kurdistanê tê da derbas dibe piştgirî bidin û raya giştî bê haydarkirin.

Mustafa Ozçelîk-serokê Ggiştî yê PAKê, got:"Em wek du partî niha me kamapanyayeke daye destpêkirin. Beşekî ji vê kampanyayê jî ev e ku em bi sazîyên sivîl, partîyên sîyasî û sefaretên dewletên bîyanî yên Tirkîyeyê ra hevdîtinan pêk bînin. Em dixwazin div î warî da raya giştî piştgirî bidin. Herwiha em dixwazin partîyên sîyasî jî piştgirî bidin û raya giştî bê agahdarkirin."

Di şandeya PAK û PSKê da, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Cîgir Serokê PAKê Mehmet Gul, Cîgir Serokên PSKê Hasan Tuzcu û Celal Yildiz cih digrin. Şandeya partîyên Kurdî, ji partîya desthilatdar Ak Partî û ji Partîya Saadetê jî daxwaza hevdîtinê kirine, lê belê hêj ji bo wan bersiveke nehatîye dayîn.