Tirsa CHPê ji danîna qeyûm li şûna Şaredarê Stenbolê heye
Li Tirkiyê piştî bo 3 bajarên Bakurê Kurdistanê şûna şaredarên HDPyî qeyûm hat tayînkirin, li ser egera tayînkirina bo şaredarên CHPyî jî nîqaş tê kirin.
K24 – Stenbol
Li Tirkiyê piştî bo 3 bajarên Bakurê Kurdistanê şûna şaredarên HDPyî qeyûm hat tayînkirin, li ser egera tayînkirina bo şaredarên CHPyî jî nîqaş tê kirin. Bi taybetî jî bo Stenbol ku piştî 25 salan ket destê CHP hin axaftinên aliyê AK Partî wek tayînkirina qeyûm bo vî bajarî tê destnîşankirin. Li gor hin çavdêr û siyasetmedaran fersendek bê dîtin eger heye bo metropolan jî qeyûm were tayînkirin.
Tayînkirina qeyûman ku piştî bo şaredarên HDPyî li Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê hat kirin di rojeva siyasetê de zêdetir tê axaftin û karvedanên wê jî didome.
Piştî bo her sê bajarên Kurdan qeyûma hat tayînkirin pirsa zêdetir di rojevê de ye ew e ku gelo bo metropolên ku ketine destê CHP qeyûm bê tayînkirin yan na?
Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AK Partî Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku ew ê destûrê nedin ku şaredariya Stenbolê bo nûnerên terorê bê pêşkêşkirin. Li gor hin çavdêrên siyasî ev axaftin nîşaneya tayînkirina qeyûm bo Stenbol ye.
Çavdêrê siyasî Hakan Tahmaz ji K24ê re got: “Piştî pergala Serokomariyê li Tirkiyê ket rewacê konsepteke nû tê dîzaynkirin ku hemû sazî û dezgehên vî welatî girêdayî Serokkomariyê be. Erdogan li bendê ye ku Şaredarê Stenbolê xeletiyekê bike da ku qeyûmek şûna wî bê tayînkirin.”
Bajarê Stenbol ku mezintirîn bajarê Tirkiyê ye ji hêla dahatên xwe ve jî di ser gelek wezaretan re tê dîtin. Li gor Ahmet Faruk Unsal Parlamenterê berê yê AK Partî Stenbol bo AK Partî û dezgehên nêzî wê çavkaniyeke girîng a aboriyê bû lê piştî bajêr ji dest çû gelek nîgeran in û ev acizî hêj dewam dike.
Parlamenterê berê yê AK Partî Ahmet Faruk Unsal dibêje: “Şaredariya Stenbol hêzeke girîng a aborî û siyasetê ye. Ji vê şaredariyê gelek pere dihatin şandin bo sazî û weqfên nêzî AKP. Piştî ku şaredarî ket destê CHP, AKP ji derfeta şaredarî mehrûm ma. Loma têkçûna di hilbijartinê de ne tene têkçûneke siyasî ye di heman demê têkçûneke aboriyê ye bo AK Partî.”
Ekrem Îmamoglu yê Şaredarê Stenbol li ser pirsa egera tayînkirina qeyûmek bo Stenbol ragihandibû ku hemû kes heddê xwe wê bizane.