Dikandarên Bakur daxwaza piştgîriyê ji hikûmetê dikin
Welatî û dikandar dibêjin: Ji ber tengasiyên aborî ew mecbûr in ku kar bikin.
K24 – Diyarbekir
Vîrûsa Korona COVÎD-19, li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê, her roj halêtên xwe zêde dike. Rayedar û Rêvebirên hîkumetê jî daxwaz dikin ku temasên civakî, bên kêm kirin da ku zêdetir belav nebe. Lê Welatî û dikandar jî, tînin ziman ku ji ber tengasiyên aborî ew mecbûr in ku kar bikin.
Li Diyarbekirê jî li ser bangewazî û biryarên ragiahdî, ji bo pêşîlêgirtina belavbûna kovît19, navendên kargehan û gelek kargehên taybet û fermî girtî ne. Lê dikandar û welatiyên ku li kolan û bazarê ne jî gelek in. Dikandar radigihînin ku bangewazî tên kirin û rast e, lê ji ber qerdarî û debara xwe jî ew misogerin hilbeerîn bikin.
Sedat Tektûş, xwarin xwarin difroş e, Ûgûr Yalçiin jî cil û berg. Herdû dikandar jî tînin ziman ku ew jî naxwazin tûşî nexweşînê bibin, lê ji bo debar û pêwistiyan jî divê duhatiya wan hebe.
Dikandar Ûgûr Yalçin: “Ji ber nexweşînê kes dernakeve derve, em jî dest vala tên û diçin. Hatina me rîsk e. Lê li banqeyan deynên me hene û pewistiyên me yê rojane jiyanê hene. Emê jî bigrin, lê divê rayedar qe nebe heta em vê rewşê derbas bikin, piştgiriya me bike. Yan na rewşa me ber bi xeterî ve diçe.”
Dikandar Sedat Tektûş: “Rewş gelek xirab e, jixwe navendên kargehan hatin girtin, em jî dixwazin bigirin, lê hikumetê piştgirî bida wan kaargehên û ji bo me tiştek tune ye. Gelo em bigrin, em û xebatkar dê çewa debara xwe bikin. Divê deyn ango qerê me yên krêdiyan bê talok kirin û piştgiriya welatiyan bê kirin.”
Li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê her roj halet û amarên berktiyên vîrûsa kovît19 zêde dibin û bi bangewazî, biryar û hişyariyan daxwaza sînor kirina temasên civakî tên kirin.
Dikandar û welatî gazincan dikin ku dibandî tê kirin û ji bo kompanya, kargehên mezin piştgirî tên ragihandin, lê ji dikandar û welatiyan tenê daxwaz tên kirin.
Dikandar Sadûllah Yûsûfoglû: “Jî bo Mageze û kargehên hatine girtin, dewlet piştgirî dide. Dikandarên wek me jî, ji hemû piştgiriyan bêpar in û dibêjin bergiriyê bistînin. Ji me kire tê xwestin, deyn tên xwestin û xwediyên melzemeyan pare dixwazin. Divê dewlet piştgiriya hemû welatiyên xwe bike ne tenê beşekî.”
Welatî Dogûkan: “Ez hem xwendekar im, hem jî xebatkar. Niha hem di dersan de paşketin çêbû ye, hem jî tîr û ne diyariyekî heye. Divê rayedar, piştgiriya welatiyan bikin da ku vê rewşê tendurist derbas bikin.”
Pispor û tenduristkar kêmkirina temasên civakî, ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa kovît19, wek bergiriyeke serekî nîşan didin, lê esanf û welatî jî ji bo derneketina derve, daxwaziya piştgiriyê dikin.