Işik: Pirsa Kurd dê Ak Partî û MHPê ji hev dûr bixe

Li gorî rojnamgerê Kurd Îlhamî Işik, pirsa Kurd çawa Ak Partî û MHPê nêzî hev kiribe, wê dîsa ev kêşe wan jihev dûr bixe.

K24 – Enqere

Li Tirkiyeyê ji alîyekê ve nîqaşên egera hilbijartinekê pêşwext berdewam dike, ji alîyekê din ve jî pêşeroja tifaqa partîya desthilatdar Ak Partî û şirîkê wê MHPê dibe cihê nîqaşan. Li gorî şîrovekarên sîyasî, di navbera alîyan da gelek kêşe û nakokî hene û ne pêkan e ku heta dawîya ev hevpeymanî bidome. Li gorî rojnamgerê Kurd Îlhamî Işik, pirsa Kurd çawa Ak Partî û MHPê nêzî hev kiribe, wê dîsa ev kêşe wan jihev dûr bixe. Her wiha li gorî Işik, çarenûsa Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê wê pêşeroja tifaqa cumhurê jî dîyar bike.

Ev demek e ku li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê, nakokîya partîya desthilatdar Ak Partî û şîrîkê wê yê Tifaqa Cumhurê MHPê di rojeva siyasî ye. Piştî ku berpirsekî MHPê li ser medyaya civakî peyama divê êdî MHP bi serê xwe bibe desthilatdar parve kir û şûnde li ser peywendîyên her du partîyan, pêşeroja tifaqa wan û egera hilbijartineke pêşwext bû cihê nîqaş û gengeşîyan.

Li gorî şîrovekara sîyasî Tacîre Baktaş, di tifaqa cumhurê da kêşeyên mezin rûdane û niha peywendîyên wan bes di asta serokan da berdewam dike. Her wiha Baktaş destnîşan dike, ku pêdivîya her du alîyan bi hev heye û dixwazin ku tifaqa xwe bidomînin.

Şîrovekara siyasî Tacîre Baktaş ji K24ê re got: "Dema em li tifaqa Ak Partî û MHPê dinêrin em dibînin ku li paş gelek pirsgirêk û nakokî hene. Jixwe niha tifaqa wan di asta serokan da berdewam dike. Her wiha lihevkirina serokan êdî nayê maneya qebûlkirina dengdêrên her du partîyan. Aborîya Tirkîyê xirabtir dibe û wisa xuya ye wê seyra aborîyê peywendîyên neyînî bide ser tifaqa cumhurê jî."

Li gorî rojnameger û nivîskar Îlhamî Işik jî, meseleya Kurd çawa Ak Partî û MHPê nêzî hev kiribe wisa xuya ye ku wê dîsa ev kêşe wan jihev dûr bixe. Li gorî Işik, çarenûsa Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê wê pêşeroja tifaqa cumhurê dîyar bike.

Rojnameger Îlhamî Işik dibêje: "Di peywendîyên her du alîyan da kêşe aşîkar in. Ji loma jî niha serokê her du partîyan peyamên hevkarîyê belav dikin, da ku rê li ber cudahîyê bigrin. Lê meseleya Kurd çawa wan nêzî hev kiribe, wê wisa jî wan jihev dûr bixe. Her wiha geşedanên li Sûrîye û Rojava jî wê pêşeroja tifaqa cumhurê tayin bike. Hikûmet niha li hemberî Rojava bêdeng e. Eger heye ku Tirkîye politikaya xwe ya Sûrîyeyê biguherîne. Bêguman wê ev yek jî bandorê bide ser peywendîyên Ak Partî û MHPê jî."

Ak Partî û MHPya ku bi awayeke defacto ji 15ê Tîrmeha 2016an û vir ve di nav hevkarîyê da bûn, bi fermî ji bo hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîrana 2018an hevpeymanîya bi navê Tifaqa Cumhurê dirust kirin û herî dawî bi hevkarî tevlî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an bûn.