Li Stenbolê metirsiya Koronayê li ser taxên Kurdan zêdetir e

Li bajêr zêdetirîn halet jî li navçeyên ku zêdetir Kurd lê hene tên eşkerekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê ku zêdetirîn haletên virusa Koronayê yên Tirkiyê lê hene, di rojên dawîn de hejmara haletên virusa koronayê zêdetir dibe. Sedema vê sistkirina rênimayan û pabendnebûna hişyariyan tên destnîşankirin. Li bajêr zêdetirîn halet jî li navçeyên ku zêdetir Kurd lê hene tên eşkerekirin.

Li Tirkiyê bi destpêka meha Hezîranê piştî sistkirina rênimayan di rojên dawî de zêdebûna haletên virusa koronayê di rojeva vî welatî de tê axaftin û nîqaşkirin.

Li mezintirîn bajarê vî welatî Stenbolê li gor amarên Wezareta Tenduristiya Tirkiyê beriya mehekê rojane 600 kes tûşî virusa koronayê dibûn lê di rojên dawîn de rojane ji zêdeyî 700 kes tûşî koronayê dibin.

Welatiyek dibêje: Bêguman ez ji vê rewşa heyî metirsîdar im. Sîrkulasyoneke mezin a mirovî li Stenbolê heye, loma ev jî dibe sedema zêdebûna haletan.

Tevî zêdebûna haletan li ser kolanan piraniya xelkê bi mask digere lê hindik be jî yên bê mask derketibûn derva jî hebûn.

Welatîyeke din dibêje: Vêga em ji otobêsê peya bûn, otobês tije mirov bû. Digotin kursiyek vala bihata hiştin, lê milet ser hev kom bûne. Gelek kes guh nade hişyariyan.

Li nav 39 navçeyên Stenbolê zêdetirîn tûşbûyî li navçeyên Bagcilar, Esenyurt, Kuçukçekmece û Esenler ku nêzî 2 milyon Kurd lê hene tên destnîşankirin. Ev jî metirsiya li ser xelkê zêdetir dike.

Welatiyekî din dibêje: Kurdên me bawer nakin ku virus heye. Gelek mirov bê mask derdikevin derva, heta êvarê di qehwexaneyê de ne, cixare dikêşînin. Mall vekirî ne. Loma nexweşî zêde dibe.

Li Tirkiyê li gor amarên fermî ji zêdeyî 183 hezar kes tûşî koronayê bûne. Piraniya haletan li Stenbolê hatine tomarkirin. Piştî zêdebûna haletên koronayê, bi biryara rayedaran bikaranîna mask li niştecîhên Stenbolê hat ferzkirin.