Li Diyarbekirê bihayê veguhestina nav bajêr hat zêdekirin

Bi bihabûna sotemeniyê bihayê rêwitiya nav bajêr jî bilind bû.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Bi bihabûna sotemeniyê bihayê rêwitiya nav bajêr jî bilind dibe ku li Diyarbekirê di nava salekê de 3 caran zam hat ser rêwitiya nav bajêr. Welatî jî ji bihabûnê bi gilî ne û dibêjin dahat wan êdî têra debarê nake.

Li Diyarbekirê di nava salekê de 3 caran zam hat rêwitiya nav bajêr. Li gorî bihayên herî dawî hatine ragihandin rêwîtiya nav bajêr %40 biha bû û bihayê otobêsên şaredariyê bû 5 lîre, yên otobêsên taybet bû 6 lîre û yên mînîbusan jî bû 6,5.

Jûra Ajokaran a Diyarbekir jî amaje dike ji ber ku salekê de %100 zam hat ser sotemeniyê ew neçar mane bihayan zêde bikin. Ajokarê Otobêsên nav bajêr Adnan Guzel dibêje ew jî ji bihayan bi gilî ne û ajokar jî ji ber bihayê sotemeniyê di tangasiyê de ne.

Ajokar Adnan Guzel ji K24ê re diyar kir: “Em nikarin lêçûnek ji bo nujenkirina wesaîta xwe bikin. Niha ev zama hatî jî me xilas nake. Em rojane derdora 2 hezar lîre sotemenî dişewitînin. Ji me re tiştek namîne. Krediya vê wesaîtê jî heye dahat têra lêçunê nake. Yewmiyeya me rojane 150-200 lîre ye, niha em 100 lîre jî nastînin. Dema em dişixulin xwarin jî naxwin da ku dahat têra me bike.”

Li Diyarbekirê rojane bi sedhezaran welatî wesaîtên rêwitiya nav bajêr bi kar tînin û zamên dawî hatine ragihandin ji aliyê xelkê ve rastî nerazîbûnê tên welatiyên wesaîtên nav bajêr bi kar tînin dibêjin êdî hatine wê astê ku dahata wan têra lêçûnên wan nake beşek ji welatiyan dibêjin ew ê neçar bimînin êdî bimeşin.

Welatiyek dibêje: “3 hezar lîre mûçe distînim, 10 roj derbas dibe mûçe namîne. Em bi zehmetî debara xwe dikin. Ez li malê dinihêrim, li zarokan dinihêrim, hevjînê min di girtîgehê de ye, li wî dinihêrim, jê re kinc û pere dişinim. Min zarokê xwe ji dibistanê veqetand. Ez nikarim rêkim dibistanê. Ez nikarin heqê rê bidim.”

Herwiha welatiyekî din jî destnîşan dike: “Mazot wisa bidome ev zam hindike jî. Divê mazot dakeve.”

Li Diyarbekirê bihabûna bihayên rêwîtiya nav bajêr mexduriyeteke din jî derdixe holê ku ajokar ji bo ku sotemenî zêde neçe klîmayên wesaîtan jî naşixulînin û bi taybetî di mehên havînê de welatiyên li wesaîtan siwar dibin zehmetiyê dikêşin.