Serokê Herêma Kurdistanê salvegera 8ê ya Kurdistan24ê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta salvegera 8ê ya Kurdistan24ê, Serokê Herêma Kurdistanê pîrzbahiyan araste dike û bi rêya Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê destegulekê ji bo Kurdistan24ê dişîne.
Îro roja Sêşemê, 31ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab serdana dezgeha Kurdistan24ê kir û ji aliyê Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî ve pêşwazî lê hat kirin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê pîrozbahiyên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera 8ê ya damezrandina Kurdistan24ê arasteyî rêveber û karmendên dezgeha Kurdistan24ê kirin û daxwaza serkeftin û berdewamiyê jê re kir.
Dilşad Şehab ji aliyê xwe ve pesnê rola Kurdistan24ê di karê wê yê medyayî de li Kurdistanê kir û daxwaz kir ku ji bo lihevnêzîkkirina aliyan ji bo xizmetkirina pirsên neteweyî zêdetir destpêşxeriyê bike.
Li roja 31ê Cotmeha 2023ê, dezgeha Kurdistan24ê ji bo lîkolîn û ragehandinê hat damezrandin û ji wê demê ve li ser gehandina nûçe û zanyaran bi rêya pilatformên xwe yên cuda cuda berdewam e.
Kurdistan24ê di dema heşt salên borî de wekî medyayeke pirofesyonal karî bi rengekî pîşeyî li Kurdistanê û deverê û cîhanê nûçe û zanyaran veguhêze û roleke giring di pirsên neteweyî de hebû.
Kurdistan24 bi rêya toreke berfireh a peyamnêran li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bi lez û bi rengekî bêalî li dû rûdanan diçe û lidûçûneke hûr a çirke bi çirke li ser wan mijaran heye yên ku ji bo pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê giring in, hevsengî û babetîbûn û berpirsyarîtî di romal û lidûçûnên rojnamevanî de bi cî tîne û li gor standerdên berbelav ên medyayî û etîkên rojnamevaniyê kar dike.
Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyanê, aştiyê, demokrasiyê, dadperweriyê û parastina mafên mirovan li Kurdistanê kar dike. Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda jîngehparêziyê, perwerdeyeke tendirust û bilindkirina hesta kitekesan ji bo axê û neteweyê kar dike.