Dem Partî: Em kiryarên li hember zimanê kurdî û çanda kurdî qebûl nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dem Partî li Diyarbekirê derbarê jêbirina nivîsên kurdî ên bo hişyariyên hatçûyê hatibûn nivîsîn û kesên ji ber gerandina govendê hatîn girtin de daxuyanî da. Pêşiya daxuyaniyê meşek hat li darxistin û derbarê xwedîlêderketina zimanê kurdî de diruşmeyên wek “Zimanê Me Hebûna Me Ye” hatin avêtin.

Piştî ku li Diyarbekirê nivîsên bo hişyariya hatçûyê bi kurdî hatibûn nivîsîn, hatin jêbirin, ev yek rastî bertekên berfireh hat.

Dem Partî û hevgirtiyên wê jî li Diyarbekirê ji Caddeya Yaşar Kemal heta Caddeya Gewran meşek girseyî li darxistin û li cihê ku nivîs jê hatî birin daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de Hevseroka Dem Partî ya Diyarbekir Gulşen Ozer, Hevseroka DBP ya Diyarbekir Sultan Yaray û Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Serra Bucak derbarê xwedîlêderketina zimanê kurdî de, amaje kirin ku ewê ti caran dest ji zimanê xwe bernedin û helwesta hember zimanê kurdî dê qebûl nekin.

Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku Kurdan her dem zimanê xwe çanda xwe parastine û dê her dem li govenda xwe jî û li zimanê xwe jî xwedî derbikevin.

Sedema meş û daxuyaniyê ew bû ku li Diyarbekir ser rêyên trafîkê bi zimanê kurdî hişyarî bo welatiyan hatibûn nivîsîn ku ji welatiyan re hişyariyên wisa hatibun nivîsîn: “ Pêşî Peya” û “Hêdî”

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê derbarê bûyerê de da zanîn ku Parêzgeriya Diyarbekirê pêşî ji wan re nivîsek şandiye û ji ber ku nivîs ne zelal bû, wan xwestiye daxwaza xwe zelaltir binivîsin û paşê jî ew nivîsên kurdî hatine jêbirin, wan fam kiriye ku ji aliyê parêzgeriyê ve hatiye jêbirin.