Yekîtiya Ewropayê: Divê hêzên Sûriyeyê rêzê li mafên hemî pêkhateyan bigirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di Lûtkeya Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê de, serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê erk bi Komisyona Ewropayê û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas raspart, ji bo amadekirina merasîman ji bo piştevanîkirina Sûriyeyê.
Yekîtiya Ewropayê Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas raspart ku, amadekariyan ji bo piştevanîkirina Sûriyeyê bike.
Di belgenameya dawiyê ya lûtkeya serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê de hatiye, “Civata Ewropayê Komisyona Ewropayê, Sikirtêrê Yekîtiya Ewropayê ji bo dabînkirina bijardeyan ji bo piştevanîkirina Sûriyeyê raspart.”
Herwesa ew belgename daxwazê ji hemî hêzên li Sûriyeyê dike ku, danûstandinên tevalî ava bikin û rêzê li mafên hemî Sûriyeyîyan bigirin, tevî pêkhateyên wê jî.
Serkirdeyên Ewropayê herwesa amaje da pêdivîtiya rêzgirtina li tevaya serxwebûn û yekparçeyî û serweriya axa Sûriyeyê di nav sinorên wê de li dû qanûnên navdewletî.