Li Enqereyê 11êmin Pêşangeha Hunerên Nûjen hate lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqereyê 11êmin Pêşangeha Hunerên Nûjen a bi navê ArtANKARA hate lidarxistin. Di pêşengeha ku zêdeyî hezar û 500 wêneyên wênesazan tê cîh girtine de, wênesazên Kurd yên ji bajarên Bakûrê Kurdistanê jî bi wêneyên xwe di vê pêşengeha berfireh a navneteweyî de hûnera xwe didin nişandan.

Her deverek bi wêne û peykeran hatiye xemilandin, her hûnermend xwedî mijar û çîrokeke cuda bi fikr û dîtinên xwe xêz kirine. Di hin wêneyan de rexne hene di hin wêneyan de çand û kultira erdnîgarî û bajaran heye. Ev dîmen ji 11emîn Pêşengeha Navneteweyî ya Hûnerên Nûjen in ku li Enqereyê hate lidarxistin. 

Wênesaz Mehmet Babat jî xelkê bajarê Wanê ye û dibêje wî yekem car di 10 saliya xwe de ji herîya çemê nêzî mala xwe resm û peyker çêkirine û niha jî di wêneyên xwe hilweşîna domdar ya jiyanê xêz dike.

Wênesaz Mehmet Babat ji K24ê re got: “Ew kesên ku resm çêdikin, hemû jî derdekî wî heye, divê hebe, ez jixwe re rûnim û resm çêbikim nabe. Hûn resmên min dibînin hemû înşaet in. Ew înşaet jî li derûdora me şi bajarê me, memeleketê me, warê me hemû her gav înşeat çêdibin, şer çêdibin, xirap dibin carek din hildiweşin. Mirov jî wisa ne, ez jî wê proseyê çêdikim, resmên min loma înşaet in. Taybetî piştî pandemi ye min fîgûra heywananb jî lê zêde kir. Mirov ketşn hindûr de û heywan derketin derveyî malê. Din ava resmên min heywan hene, avahî hene û nîvî ne. Ji berk u her gav çêdibin.”

Di pêşangehê de ji bilî peyker û wêneyan serdêr dikarin guhdariya mûzîkan jî bikin û hin konsertên biçûk jî tên lidarxsitin. Wênesaz Azîme Îpek jî yek ji endama Înisiyatîfa Hûnerê a Diyarbekirê ye ku ew jî di vê pêşangehê de beşdar e û wêneyên xwe dide nîşan.

Endama Înisiyatîfa Hûnerê a Diyarbekirê, wênesaz Azîme Îpek dibêje: “Em li Diyarbekir bi deh hevalên xwe re top bûn û komek avakir û hemû hevalên me resman çêdikin. Em li vir piraniya me jî kultira xwe ya Diyarbekir, medeniyeta xwe, kevneşopiya xwe liv ir didin pêşandan.”

Omer Uguşê ji Diyarbekirê ye jî di wêneyên xwe de zêdetir cih daye sûrên Diyarbekirê û dibêje ew bi vê yekê dixwaze li hember hilweşîna sûran her wêneyekî wî bibe belgeyeke dîrokî.

Endamê Înisiyatîfa Hunerê a Diyarbekirê, wênesaz Omer Uguş dide zanîn: “Çîroka min Sûrên Diyarbekirê ne. Di têza min a zanîngehê de beşeke ku min lêkolîn li ser sûran kiribû jî hebû. Ji rabirdûyê heta niha Sûrên Diyarbekirê ku mûzexaneyeke servekirî jî vedihewîne nava xwe niha bi wêrankirinê re rûbirû ne. Dema proseya restorasyonan û guherînan de em li resm û gravûlên berê dinêrin û dibînin bê Sûr di kîjan şikl û pozîsyonê de ne. Çawa ku di restorasyonan da em berê xwe didin resmên berê resmên min jî ji bo nifşên paşerojê ne ku bikaribin di nûjenkirina Sûrên Diyarbekirê de bibin belgeyek dîrokî.”

Herwiha zêdeyî 150 galerî beşdarî vê Pêşengeha bi navê ArtANKARA bûne û ji bo serdêran çalakiyên weke panêlên li ser hûnerê jî tên lidarxistin.