Rojên danasîna 11 bajarên erdhejê li Stenbolê birêve çû
Stenbol (K24) – Kasibkarên 11 bajarên erdhejên 6ê Sibatê li Stenbolê di çarçoveya festîvalekê de gihiştin hev daku xorak û xwarinên xomalî yên bajarên xwe bidin nasandin û bifroşin. Lê berf û barana çar rojên dawî yên Stenbolê bazara wan jî têk da. Lewra welatî serdana festîvalê nekirin û berhemên wan di destê wan de man. Şirînîfiroşek ku ji Dîlokê beşadarê festîvalê bûbû zêdetir ji 100 hezar lîre zerer kiriye û wî jî gazind ji hevbajariyên xwe yên Stenbolê dikir.
Berf û barana çar rojan a Stenbolê bazara kasibkarên 11 bajarên ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerermend bûbûn û di çarçoveya “Festîvala Berhemên Xomalî” de li Stenbolê gihiştibûn hev, têk da.
Ji ber rewşa xirab a hewayê welatî serdana festîvalê nekirin û berhemên gelek kasibkaran di destê wan de ma. Yek ji wan jî şirînîfiroşekî diyar ê Dîlokê bû. Ew bi sedan kîlo beqalawa û qedayifên xwe ji hezar û 200 kîlomtre dûriyê ketibû rê û lê ji ber nebûna bazarê şirîniyên wî destê wî de mane ku zerera wî zêdetir ji 100 hezar lîre ye.
Beqlawafiroş: “Em wekî kasibkarên zerermendên erdhejê hatin vir lê rewşa xirab a hewayê karê me jî têk da. Xelkê me, em li vir tenê hiştin û şirîniyên me nehatin kirîn. Ev çar roj in me şirîniyên ku anîne tenê yek ji çar firotine û zerera mê zêdetir e ji 100 hezar lîreyan e. Me jî daku zêdetir zerer nekin nirxê kîloya beqlawayê ji 900 lîreyan daxist 300 lîreyan. Lê dîsa nayên firotin. Ji ber ku kes nayê. Me zerereke mezin kir. Me ew piştgiriya çaverê dikir ji xelkê xwe nedît mixabin.”
Digel ku di roja dawî ya festîvalê de rewşa hewayê baş bû welatî berê xwe nedabûn kasibkaran.
Li vî cihî meha borî jî çalakiya Rojên Danasîna Qers, Erdexan û Îdirê bi rê ve çûbû û têra xwe qelebalix bû.
Baharatfiroşekî ji Hatayê hatiye ku erdhejên 6ê Sibatê zerera herî zêde dabû wî bajarî, nebûna bazarê tenê di şert û mercên xirab a hewayê de nabîne û li gor wî helawsan û lawazbûna hêza kirînê ya welatiyan jî sedemek diyar e.
Baharatfiroş: “Me zerer kir. Em ji wê yekê bawer dikin ku rewşa xirab a hewayê bû sedem. Lê divê em jibîr nekin êdî giranî jî heye û pirsgirêkên aboriyê jî hêza kirînê ya welatiyan lawaz kiriye. Lewma welatî belkî wekî caran berê xwe nedin çalakiyên bi vî rengî. Berî ez werim vir gelek geşbîn bûm. Lê mixabin wekî hêviya min derneket û xelk serdana festîvalê nekirin. Me jî zerer kir. Ez dikarim bêjim ku min zêdetir ji 30 hezar lîreyan zerer kir.”
Hin kasibkar jî gazind ji rêvberên festîvalê dikirin û li gor wan riklama festîvalê di asta pêwîst de nehatiye kirin.