Li Diyarbekirê amadekariya pêşwazîkirina geştyarên cejnê tê kirin
Diyarbekir (K24) – Kompaniyên geştiyariyê yên Diyarbekirê dibêjin ji ber ku bo Cejna Qurbanê 4 roj betlane hatiye ragihandin, ev yek bandoreke neyînî li qada geştiyariyê dike û ji ber vê yekê jî bi hezaran bernameyên bo betlaneyê hatibûn amadekirin hatin betalkirin. Kompaniyên geştiyariyê çaverêbun ku 9 roj betlaneya fermî were ragihandin.
Ji aliyê Serokatiya Ragihandin û Medyayê ya Serokomariya Tirkiyeyê ve hat ragihandin ku dê Cejna Qurbannê de betlaneya fermî 5ê hezîranê pêşemê piştî nîvro dest pê bike û 9ê hezîranê roja duşemê jî dê roja dawî ya betlaneyê be. Derbarê vê mijarê de jî kompaniyên geştiyariyê dibêjin wan amadekariyên xwe li gorî 9 rojan kiribun û ji ber vê yekê jî neçar mane ku gelek bernameyên xwe betal bikin û vê yekê bandoreke neyînî li wan kiriye.
Geştiyarnas Mevlut Bagirmaz: “Wê bandorek xirap li me bike. Me amadekariyên xwe li gorî wê kiribun, me otel û tîketên firokeyan li gorî wê amade kiribun, hemu stuyê me de man. Cejna borî de me 1500 rezervasyon wergirtibun l3e niha hemu betal bune.”
Rayedar didin zanîn ji berk u Cejna Qurbanê rastî dawiya hefteyê tê ji ber wê wan hewce nedîtiye ku betlaneyê dirêj bikin, berpirsên qada geştiyariyê jî dibêjin ev yek dê bandorê li hatçoya geştiyariyê bike lê ji ber ku rastî serê havînê tê hêvî jî dikin bibe wes’îleya destpêkek baş.
Serokê Komeleya Geştiyariya Diyarbekirê Edîp Paçal: “Em çaverêbûn ku betlaneya fermî ya Cejna Qurbanê wek 9 roj were ragihandin. Me xebatên xwe li gorî wê yekê kiribûn. Ev yek dê bandoreke neyînî li me bike lê dîsa jî em hêvîdar in, Diyarbekir stêrka geştiyariyê ya vê herêmê ye, dibe ku geştiyarên nekaribin biçin bajarên dûr şuna wan berê xwe bidin Diyarbekir, dibe ku wek geştek rojane werin Diyarbekirê.”
Di Cejna Remezanê de betlaneya fermî 9 roj bû û 300 hezar geştiyaran berê xwe dabûn Diyarbekirê, lê ji ber ku Cejna Qurbanê de betlane bûye çar, ne diyar e gelo dê Diyarbekir ji 300 hezarî bibore an ne.