Sektora cilûbergan a Tirkiyeyê bi krîzeke mezin re rû bi rû ye

Stenbol (K24) – Li Tirkiyê kertê cilûbergan ji ber bihabûna mezaxtinên berhemanînê, helawsan, bilindbûna rêjeyên sûda ser qeran, rojane berhemhêner dawyê bi karê xwe tînin. Berhemhênerek eşkere dike ku, li Stenbolê herî kêm 10 hezar kargehên biçûk ên dirûtina cilûbergan û dikandar dawyê bi karê xwe anîne, ew xwedan kargeh dibêje, Heke qeyrana aborî wiha berdewam be, dibe ku di demeke nêzik de ew jî kargeha xwe bigre.

Li Tirkiyeyê kertê berhemanîna cilûbergan ber qeyranê ye û hejmara berhemînerên dawî bi karê xwe tînin roj bi roj zêde dibe. Tenê di şeş mehên îsal de zêdetir ji 300 kompaniyên mezin îflasbûna xwe ragihandine û berhemînerên biçûk jî an karkerên xwe kêm dikin an jî dirûtina cilan daku zerer nekin û karê wan bi qazenceke kêm be jî bila berdewam be. 

Berhemîner zêdetir gazind ji helawsanê, bihabûna xercên berhemanînê û bilindbûna rêjeyên sûdê dikin.

Li navenda herî diyar ê bazara cilûberagan a Tirkiyeyê Merter jî, rojane dikanek tê girtin û hejmara dikanên bo kirê tê dayîn her zêde dibe. 

Berhemîner û firoşyarek ku zêdetir 20 sal in di nava vî bazarî de ye dibêje, li Stenbolê herî kêm 10 hezar kargehên berhemanîna cilûberagan û dikan dawî bi karê xwe anîne û dibe ku di demeke nêzik de ew jî yek ji wan be.

Qeyrana aborî ya Tirkiyeyê tenê kertê cilûbergan li xwe negirtiye. Li gor amaran, di pênc mehên îsal de bi giştî hemû kertan de 11 hezar û 108 kompaniyên mezin dawî bi karê xwe anîne, 49 hezar kasibkar jî îflas kirine. Hejmara kompanyayên ava dibin di pênc salên dawî de ketiye asta herî kêm.

 
Fly Erbil Advertisment