Li Derbendîxanê kûçikên beredayî 14 xezalên kedîkirî kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Derbendîxanê, komek kûçikên beredayî êrîşî ser bexçeyê welatiyekî bi navê Mihemed Nûrî kirin û di encamê de 14 xezalên wî yên kedîkirî mirdar bûn. Nûrî dibêje, tevî ku gelek caran gilî kiriye jî, ti çare ji pirsgirêka kûçikên beredayî re nehatiye dîtin.

Bûyer ber destê sibê roja 3ê Îlona 2025an, qewimî. Mihemed Nûrî, ku bi hezkirineke mezin ev xezal di bexçeyê mala xwe de xwedî dikirin, ji Kurdistan24 re ragihand, derdora saet 4ê sibê, derdora 15 - 16 kûçikên beredayî êrîşî xezalên wî kirine.

Diyar kir jî, di encama êrîşê de, 14 xezalên wî yên mezin û biçûk, ku hin jê nêr û hin jî mê bûn, mirdar bûn.

Ziyaneke madî ya mezin

Nûrî diyar kir, nirxê her xezaleke mezin di navbera 1800 heta 2500 dolarî de bû, û yê xezalên biçûk jî di navbera 900 heta 1000 dolarî de bû. Li gorî vê yekê, ziyana giştî ya ku gihîştiye wî zêdetirî 13 hezar dolar e.

"Min weke zarokên xwe ji wan hez dikir"

Mihemed Nûrî xemgîniya xwe ya kûr anî ziman û got: "Min bi qasî zarokên xwe ji wan hez dikir. Her sibe min bi destên xwe xwarin dida wan û ez bi wan re dijiyam." Wî anî ziman ku xezalên wî kedîkirî bûn û bi dengê wî dihatin û diçûn.

Ev cara sêyemîn e ku kûçikên beredayî êrîşî xezalên wî dikin. Di êrîşeke berê de, ji şeş xezalan tenê yek rizgar bûbû. Nûrî dibêje: "Tevî ku min gelek caran aliyên pêwendîdar agahdar kirine, lê ti pêngaveke cidî ji bo çareserkirina pirsgirêka kûçikên beredayî nehatiye avêtin."

Niha ji 25 xezalên wî, tenê nêzîkî 10 xezal mane, ku rewşa hin ji wan jî ji ber êrîşê nebaş e. Ew hêvî dike ku hikûmet û aliyên pêwendîdar bi hawara wî ve biçin û çareseriyekê ji vê metirsiyê re bibînin ku ne tenê ji bo ajalan, lê ji bo mirovan jî gef e.

 

 

Fly Erbil Advertisment