Şanda Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî li Bexdayê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 4ê Îlonê li Bexdayê dest bi civîneke girîng ligel şandeke Wezareta Darayî ya Iraqê kir. Hat ragihandinê, civîn li ser mijara dahatên nenewtî yên Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

Peyamnêrê Kurdistan24 li Bexdayê da zanîn, civîn li Mêvanxaneya Encûmena Wezîran a Iraqê birêve diçe. Hate zanîn, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî di civînê de ne amade ye.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah, Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm, Rêveberê Giştî yê Jimêryariyê Kovan Tehsîn û sê rêveberên giştî yên din ên Wezareta Darayî pêk tê.

Şanda teknîkî ya Herêma Kurdistanê, duh êvarê bi armanca gotûbêjkirina dahatên neneftî û mûçeyê meha Tîrmehê yê mûçexwaran gihiştibû Bexdayê.

Ev serdan di demekê de tê ku roja 1ê Îlona 2025an, Bexdayê mûçeyê meha Hezîranê yê fermanberên Herêma Kurdistanê şandibû ser hesabê Wezareta Darayî û Aborî. Her di heman rojê de, Wezareta Darayî lîsteya mûçeyan belav kir û dabeşkirina mûçeyan bi rêya projeya "Hejmara Min" dest pê kiribû.

 
Fly Erbil Advertisment