28. Kongreya Bijîşkên Diranan li Diyarbekirê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Yekîtiya Bijişkên Diranan ve hat ragihandin, îsal dê Kongreya 28. a Bijişkên Diranan a Navneteweyî dê li Diyarbekir were li darxistin . Kongre dê navbera 18 û 21 îlonê de li Navenda Çand û Kongreya Ya Zankoya Dîcle de were li darxistin û dê çarçoveya kongreyê bernameyên geşt û hunerî jî werin li darxistin ku tê pêşbînîkirin sudek girîng bide danasîna Diyarbekir jî.
Li Diyarbekirê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin ku îsa dê dê Kongreya 28. a Bijişkên Diranan a Navneteweyî dê li Diyarbekir were li darxistin. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku dê ji 71 bajarên Tirkiyeyê û ji qada navneteweyî 3 hezar bijişkên diranan beşdar bin û 23 jê biyanî bi tevahî jî 80 akademîsyen wek axaftvan beşdar bin.
Di daxuyaniya danasîna kongreyê de bal hate kêşan ku dê 55 kompaniyên qada diransaziyê bi amur û derfetên teknolojiya dawîn di kongreyê de cih bigirin ku dê di kongreyê pêşangehek li ser qadek 2300 metirçargoşe jî were pêşandan û ev kongre wê bibe mezintirîn kongreya tendirustiyê ya Bakurê Kurdistanê.
Amadekarên kongreyê anîn zimên ku bi salan e kongreyên wisa mezin li bajarên wek Stenbolê û metropolên din dihatin li darxistin ku gelek zehmet bu em bikaribin kongreye ji wan bajaran derbixin û bînin Diyarbekirê ku ev kongre dê bibe wesîle danasînek baş bo Diyarbekir jî were kirin. Amadekaran dan zanîn ku dê di konreyê de çalakiyên çandî û hunerî jî werin li darxistin.