Dosyaya ewlehiya bajarkê Çilaxayê û gundên wê radestî Ewlekariya Hundirîn hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewşa Rojavayê Kurdistanê aram bûye û bicihanîna peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de berdewam e. Di pêngaveka nû ya wê peymanê de, artêşa Sûriyeyê û Hêzên HSDê ji gundê Baqileyê yê yê sînorê bajarkê Çilaxayê vekişiyan û dosyaya ewlehiya wê deverê radestî hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin.

Hêzên HSDê bi tevahî ji gundên Çilaxayê derketin û artêşa Sûriyeyê jî ber bi bajarkê Şedadiyê yê başûrê parêzgeha Hesekeyê ve vekişiya. Li gorî gotinên rayedarên ewlehiyê û xelkê deverê jî, rewş aram e û qonaxên peymanê baş û bi rêkûpêkî û bê arêşe tên bicîhanîn.

Endamê Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê Waîl Silo, ku berpirsiyarê ewlehiya bajar û bajarkên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye, li ser vekişîna hêzên her du aliyên wê peymanê ji Kurdistan24ê re got: Em wek hêzên ewlekariyê hatine û me gundê Baqiayê wergirtiye. Pêştir hevalên HSDê li vê derê bûn û ew vekişiyan, li beranberî wê yekê hêzên artêşa Sûriyeyê jî vekişiyane. Niha Ewlekariya Hundirîn cihê hêzên HSDê digire.

Waîl Silo herwesa got: Binecihbûna hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de ye. Di rojên bê de, em dê biçin gundên din ên Çilaxayê û em dê erkên xwe bi cih bînin.

Piştî çend rojan ji şerên dijwar ên di navbera hêzên HSDê û artêşa Sûriyeyê de, rewşa wan deverên ku pevçûn lê diqewimîn hêdî hêdî vedigere rewşa normal û xelkê awarebûyî yê bajarkê Çilaxa yê hêdî hêdî vedigere ser mal û kesb û karên xwe.

Hemîd Îsa, ku dikandarekê sûka navendî ya bajarkê Çilaxayê ye, got: Ev çend roj in ku rewş aram e û hêdî hêdî vedigere rewşa xwe ya normal. Kesên ku aware bûne vedigerin bajarê xwe. Niha jî piştî vegeriyana aramî û tenahiyê sûkê dest bi livînê kiriye û em hêvî dikin ku ew peyman bi ser bikeve, ji ber ku ne di berjewendiya tu kesî de ye. Em tev dixwazin tenahî li deverê hebe û rewşa me wek berê vegere.

Qonaxa peyaman di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de ji aliyê lşekrî ve bi vekişîna hêzên HSD û artêşa Sûriyeyê ji navenda bajark û gundên aliyê Çilaxa û Tel Koçarê berdewam e. Li gorî wê peymanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê cihên hêzên leşkerî pir bikin. Biryar e ku piştî temambûna dosyaya ewlehiyê, qonaxa tevlihevkirina nivîsîngehên sivîl bê destpêkirin.