YPG opozîsyonê bi binpêkirina agirbestê tuhmetbar dike

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) opozîsyona Sûriyê bi binpêkirina agirbesta li Sûriyê tuhmetbar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) opozîsyona Sûriyê bi binpêkirina agirbesta li Sûriyê tuhmetbar kir.

Li gor ajansa “Rueters” ku, YPGê di raportekê de ragihandiye, gûpên opozêsyonê li Helebê rêzê li biryara agirbestê negire, ku taxa Şêx Meqsûd ya Kurdî li Helebê û gundên Efrînê topbaran dike.

Ji 16 Sibatê ve, êrîşên li ser taxa Şêx Meqsûd ya Helebê û gundên Efrînê tundtir bûne, bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duh ragihandibû, Eniya el-Nusra û Tevgera Ehrar Şam ve, bi topên Hawinan êrîşî taxa Şêx Meqsûd ya Kurdî li Helebê kirin, di encamê de, 2 kes hatin kuştin, 25 kesên din jî birîndar bûn, piraniya wan jî zarok bûn.

Ji aliyê xwe ve, opozîsyona Sûriyê, YPGê bi hevalbendê rêjîma Sûriyê binav dike, lê YPGê vê yekê red dike.