Serokwezîr ji ciwanên Kurd dixwaze çand, ziman û nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir ku çand, ziman û nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzan îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya şandeyeke revenda Kurdistanî ya xweciha Ewropayê kir, ku ji 100 ciwanên Kurd û hejmareke ciwanên biyanî pêk hatibû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de bixêrhatina wê şandeyê kir û amaje da girîngiya rola revenda Kurdistanî li derveyî welatî di zêdetir nasandina doza Kurdan û piştevanîkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de.
Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji ciwanên Kurd kir ku çand, ziman û nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin û bi Kurdistanê re bibin pireke têkiliyan.
Mesrûr Barzanî herwesa ji wan xwest ku, di nav wan civakan de yên ku ew lê dijîn bibin mînakên baş, xweşik û serkeftî. Herwesa ji derfetên ku li derveyî welatî hene feydeyî werbigirin, xwe perwerde bikin û şiyanên xwe pêş bixin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa bal kişand ser reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemî sektoran de, ji bo avakirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz li Herêma Kurdistanê.


