Hilbijartina Tirkiyê û Senaryoyên Pêkanîna Hikûmetê
Encamên hilbijartinan nexşeya siyasî guherîn
K24-Navenda Nûçeyan
Di hilbijartina 7 Huzîranê ya Tirkiyê de ti partiyekê nikarî dengên pêwîst bidest bixîne da ku bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne. Pirsa koalîsyonê tê guftûgokirin, lê dê niha çi bibe û pêvajo çawa birêve biçe ne diyar e.
Piştî ku parlamenteran sûnd bixwin, dema pêkanîna hikûmetê dest pê dike. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan wek partiya yekem e, dê Serokê Giştî yê AKPê Ahmet Davutoglu raspêre bo pêkanîna hikûmetê, di hundirê 45 rojan de jî divê were pêkanîn.
Heta niha sê senaryo hene, yan AKP ligel HDPê an jî MHPê lihev bike, yan jî her sê partiyên dijber bighin rêkeftinekê û hikûmeta nû pêk bînin. Senaryoya sêyem jî hikûmeteke kêmîne ye û her wiha hilbijartineke awerte jî di rojevê de ye.
Ji aliyê xwe de AKP dîbêje bila her sê partiyên diberiyê bighin hev û hikûmetê pêk bînîn. MHP jî balê dikşîne ser lihevkirina AKP û HDPê. CHP çêra koalîsyonê dike lê bi merca AKP ne di nav de be.
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bulent Arinç balê dikşîne ser lihevkirinekê di navbera her sê partiyên dijberiyê de û rêya koalîsyonê pêşanî wan dide:
“Madem lehvekirina van her sê partiyan karî di hilbijartinê de serkeftinê bidest bixe û bihêle ku HDP bendê derbas bike, derencam jî ew e ku Tirkiye bê hikûmet nemîne. Divê Tirkiye bê hikûmet nemîne. HDP, HDP ya we ye, HDP esera we ye, serkeftina HDPê jî serkeftina we ye, zehmet nebe destpêkê hûn koalîsyonê biceribînin, dema gotin were bi hewara me ve, wê demê AKP dê tiştê pêwîst bike”.
Li gor Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî, erkê yekemîn yê AKP û CHPê ye, ji ber her du partiyên serekî ne:
“Wek HDP dîbe ku xwasteka me ya birêvebirina Tirkiyê hebe, lê berî hemû tiştekî divê partiya yekem û duyem werin pêş, ji ber gel berpirsyarî daye wan, lê ka em bibînin gelo dê bikaribin bên ba hev, lihev bikin baş dibe, lê Tirkiye bê hikûmet namîne”.
Her wiha di hilbijartina giştî ya Tirkiyê de AKPê 258, CHP 132, HDP 80ê û MHPê jî 80ê kursî bidest xistin. Lê yek ji wan jî nikare bi tenê hikûmetê pêk bîne, loma niha çav li danûstandinên di navbera partiyên siyasî de ne, ka gelo dê bikaribin bigihin rêkeftinekê yan na?