Hejmara penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê milyonek û nîv derbas dike
Berpirseke UNHCRê dibêje ku hejmara penaberan astê krîzê diyar dike
K24- Navenda Nûçeyam
UNHCRê ragehand ku hejmara penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê tomarkirî heta meha Gulanê gehiştiye milyon û 761 hezar kesî.
Berpirsa yekîneya xizmetguzariya civakî di Komisyona Neteweyên Yekbûyî ya Taybet bi Karûbarên Penaberan (UNHCR), Zêneb Celaloglu di gotatara xwe de bi helkefta vekirina pêşangeheke zarokên Sûriyê yên penaber ragehand ku, rêjeya penaberên Sûriyê astê krîza wê diyardike.
Celaloglu pêşangeha zarokên penaber yên Sûriyê li navenda Narlîca li bajarê Hetayê yê Bakurê Kurdistanê, ku dikeve di nabera Sînorên Turkiyê û Sûriyê de vekir, herwiha diyarkir ku navend roleke girîng dilîze û alîkariya penaberan dike ji aliyê derûnî û pêkvejiyanê ve.