K24 naveroka rêkeftina Pêşmerge û Heşdî Şeebî aşkere dike

Berpisên Kurd û Heşdî Şeebî li bajarokê Xurmatûyê gehiştin rêkeftinekê, dê her du alî jî hêzên xwe ji wî bajarokî derbixin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Berpisên Kurd û Heşda Şeibî li bajarokê Xurmatûyê gehiştin rêkeftinekê, dê her du alî jî hêzên xwe ji wî bajarokî derbixin.

Cîgirê Berpirsê Melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hesen Baram îro, 26 Mijdarê, ji K24 re ragehand ku, civîna navbera Kurd û Şîeyan de li melbendê birêve çûye.

Roja 12ê Mijdarê piştî ku çekdarên Heşdî Şeibî xwestin bikevin qezaya Xurmatû di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de alozî derket û heta niha jî berdewam e.

Baram got jî, her du alî li ser wê yekê rêkeftin ku hêzên çekdar ji nava Xurmatû derkevin û tenê hêzên Polîs û Asayişê di nava bajarok de bimînin.

Baram amaje bi wê yekê kir ku, di civînê de behsa damezrandina komîteyek taybet bo pêşkêşkirina alîkariya aborî bi welatiyên ku ziyanê gehaye wan hate kirin.

Wî berpirsê YNK diyar kir ku, di wê civînê de biryar hat dayîn ku nivîsîngehên hikûmî yên wî bajarokê radestî aliyê pêwendîdar bên kirin, ji ber ku beriya derketina aloziyan li Xurmatûyê, ji her du aliyan de hatibûn desteserkirin.

Bajarokê Xurmatû du beş e, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in û zêdetir pirsgirêk ji wan malan re tên derxistin ku di nav Turkmenan de ne.