Barzanî li welatên Kendavê behsa çi kir
Şahê Erebistana Siûdiyê sozek derbarê pêwendiyê ligel Herêma Kurdistanê de daye.
.jpg)
K24- Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê di her du serdanên xwe yên bo Îmarata Erebî û Erebistana Siûdiyê de behsa serkeftinê Pêşmerge kir û tekez li ser berferehkirina pêwendiyên ligel her du welatan kir, Şahê Siûdiyê jî tekez li ser geşepêdana pêwendiyên ligel Hewlêrê kiriye.
Barzanî roja 28ê Mijdarê gehişte Îmarata Erebî, li wê de ligel mîrê Ebû Zebî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Mihemed kurê Zayid Al Niheyan civiya.
Di wê hevdîtinê de, behsa serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî DAIŞê hat kirin, Barzanî û Mihemed kurê Zayid jî derbarê mîkanîzm û rêyên jinavbirina terorê li navçeyê de nêrîn û hizrên xwe veguhertin.
Herwiha behsa peywendiyên siyasî û aborî yên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarata Erebî de kirin û tekez li ser berfirehtir kirina peywendî û dostayetiya ku heye kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya ligel roja 30ê Mijdarê ji Îmaratê ber bi Erebistana Siûdiyê ve birêket, roja 1ê Kanûnê jî ligel Şahê Siûdiyê, Selman kurê Ebdulezîz û hejmarek berpirsên paye bilind civiya.
Şahê Siûdiyê bi germî pêşwazî li Barzanî kir û tekez li ser berdewamiya serdanên bi wî awayî û berferehkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê kir.
Di heman hevdîtinê de, her du aliyan behsa rewşa navçeyê û Iraqê û Herêma Kurdistanê , çawaniya çareserkirina arîşyên ku li Iraqê hene kirin, tevî veguhertina nêrîn û hizrên derbarê şerê li dijî terorê de.
Piştî wê civînê, Barzanî ligel Wezîrê Bergirî û Cîgirê Duyem ê Serokwezîrê Siûdiyê, Mihemed kurê Selman kurê Ebdulezîz civiya.
Mihemed kurê Selman ji Barzanî re tekez kir ku, Şahê Siûdiyê rijde li ser berferehkirin û geşkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Riyadê de.
Barzanî û şandeya pê re duh, Çarşemê, gehiştibû Firokexanya Hewlêrê ya Navdewletî.