Nexweşiya Leşmaniyayê li Hesekê belav dibe

Heta niha hezar û 85 pê ketine û çareserî wek pêwîst peyda nabe.

K24- Qamişlo

Li derdora bajarê Hesekê nexweşiya Leşmaniyeyê belav bûye, heta niha jî hezar û 85 kes pêketine.

Peyamnêrê K24 li Qamişlo diyare kir ku, nexweşiya Leşmaniyayê li navçeyên Hesekê yên ku nû ji bin destê DAIŞê hatine derxistina belav bûne.

Li gor agahiyên peyamnêrê me, ew nexweşî li navçeyên “Til birak, Til Koçer, Cezha û Holê” ku ser bi Hesekê ve ne, belav bûye.

Leşmaniya ku bi navê “Hebit Heleb” jî tê naskirin, nexweşiyek çerm e bi riya kêzika Leşmaniya belav dibe û bêhtir li navçeyên germ peyda dibe, bi taybet jî li welatên Erebî mîna Iraq û Sûriyê.

Sedema belavbûna Leşmaniyayê li derdora Hesekê bo wê yekê vedigere ku, termê çekdarên DAIŞê bi piranî li wê navçeyê hene ku kêzik û kelmêşan girtiye wan, ji ber wan terman jî  kêzika Leşmaniya belav bûye.

Peyamnêrê K24 da zanîn jî ku, heta niha hezar û 85 kes bi wê nexweşiyê ketine û 180 nexweş jî hatine dermankirin.

Divê çareseriya vê nexweşiyê di qonaxên destpêkê de bê kirin, bi riya lêdana derziyên li dijî kêzikê li cihê birînê ji aliyê pizîşkên pispor ê çerm ve. Eger birîn mezin bû û bê çareserkirin ma, dê şûna wê heta hetayê li ser çerm bimîne û diyar be.