Tirkiye: 3 milyon penaber di rewşeke xirab de dijîn
Rewşenbîran ragehandin ku penaberên li Tirkiyê dimînin ji ber nebûna statuyeke hiqûqî di bin şertên dijwar de dijîn.
K24 – Stenbol
Li Stenbolê ji aliyê saziyên civakî yên sivîl ve derbarê penaberan de panelekê hat sazkirin. Rewşenbîran ragehandin ku penaberên li Tirkiyê dimînin ji ber nebûna statuyeke hiqûqî di bin şertên dijwar de dijîn.
Li Zanîngeha Stenbolê, doh di çarçoveya Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de ji bo axaftina pirsgirêkên penaberan konferansek hat sazkirin. Gelek lêkolîner, rewşenbîr û nivîskaran qala maf û kêşeyên penaberan kirin.
Serokê Komeleya Mafên Penaberan a Navneteweyî Uğur Yıldırım da zanîn ku hejmara penaberan li Tirkiyê gihiştiye 3 milyon û li dinyayê herî zêde penaber li Tirkiyê hene: "Li welatên Ewropayê, ji bo penaberan statuyek heye. Mafên perwerde û tenduristî bo penaberan tên dayîn loma penaber pir dixwazin herin wan deran. Lê belê Ewropa li hember penaberan dirûtiyê dike wan dide xebitandin. Pêwîst e li Tirkiyê ji bo penaberan saziyeke wek wezaret hebe daku yekser bi pirsgirêkên penaberan re eleqedar bibe."
Beşdaran ji bo çareserkirina arîşeyên penaberan yek û yek fîkr û pêşniyarên xwe anîn ziman. Parêzer Ahmet Akîf Demîr got ku penaberan ji neçarî welatê xwe bicîh hiştine û dilê wan kuderê dixwaze bila wiha bijîn: "Di vê panelê de me xwest ku em balê bikşînin ser penaberên ku ber bi Ewropayê ve bi rê dikevin û rêwitiyê wan bi bûyerên trajîk bi dawî dibin. Divê daxwazên wan bên guhdarkirin."
Tirkiye bi tenê kesên ku ji aliyê Ewropayê ve tên di statuya penaberan de dipejirîne. Kesên ji welatên Rojhilata Navîn tên wek penaberan qebûl nake loma penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyê ji gelek mafên mirovî bê par in.