HDP daxwaza “ diyalogê” ligel dewletê dike
Hevseroka HDP ji K24 diyar kir ku, dê civîna xwe li Diyarbekirê lidar bixin û piştgiriyê bidin daxwazên xelkê.
K24- Diyarbekir
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag li Diyarbekirê daxuyan ku aloziyên li Bakûrê Kurdistanê, metirsiyên mezin peyda dikin û divê di zûtirîn deme de operasyon rawestin û kanalên danûstindinên û diyalogên siyasî destpê bike.
Yuksekdag, ragihand ku dewlet bi hemû derfetên xwe li dijî welatiyên xwe şer dike û bi qedexeyên tên ragihandin jî destûra bingehîn binpê dike.
Hevseroka HDP da zanîn jî ku, ew dê civîna bê ya partiyê li Diyarbekirê lidar bixin ji bo ku piştgiriya daxwazên xwepêşanderan bikin.
Li ser pirsa peyamnêrê Kurdistan24 jî Yuksdag balkişand ku, ew jî ji xendekan ne razî in, lê xendek wek hêncet tên nîşandan.
Yuksekdag ragihand ku ger pirsgirêk çareser nebe, xendekên ku ji bo neçareseriyê di hişmendiya hikûmetê de hene bên girtin, dê xendekên li Diyarbekir û navçeyên din jî bi hêsanî bên girtin.