Polîsan rêgirî li mîtînga HDPê kirin
îro demjimêr 12.00ê bi beşdarbûna Hevserok Fîgen Yuksekdaxê meşek li Meydana Duderîya Diyarbekirê li dar bixe.

K24-Diyabekir
Walîtiya Diyarbekirê destûr nade mîtînga HDPê û ji welatiyan xwest beşdarî mîtîngê nebin. Lê HDP di meşê de bi biryar e.
Partiya Gel a Demokratîk (HDP) biryar girt, bi
armanca şermezarkirina qedexeya derketina kolanê, operasyon û pevçûnên li navçeya Sûrê
îro demjimêr 12.00ê bi beşdarbûna Hevserok Fîgen Yuksekdaxê meşek li Meydana Duderîya Diyarbekirê li dar bixe.
Lê Parêzgariya Diyarbekirê derberê mîtîngê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û destnîşan kir, ku meş û mîtînga Meydana Duderiyê derveyî qanûnûnê ye û ji welatiyan xwest ku beşdarî çalakiyê nebin.
Di daxuyaniya parêzgariyê de tê gotin, bo Mîtîngan Qada Newrozê, Stasyonê û ya Fûarê hatinê nîşandayîn û destûra mîtînga li meydana Duderiyê nîne.