18 penaberên din canê xwe ji dest dan
Li Tirkiyeyê navçeya Bodrûma karesateke din ya penaberan çêbû û di encam de 18 kesan canê xwe ji dest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Koça penaberan ji welatekî ber bi welatekî din berdewam e û rojane çendîn kes di rê û deryayan de an dixeniqin an jî bi awayekî canê xwe ji dest didin.
Li Tirkiyeyê navçeya Bodrûma karesateke din ya penaberan çêbû û di encam de 18 kesan canê xwe ji dest da.
Belema penaberên ku xwestin ji Bodrûmê derbasî girava Kalîmnos a Yûnanîstanê bibîn niqûm bû û di encam de 18 penaberan cane xwe ji dest da.
Hate ragehandin ku di bûyera şeva borî de 14 kes jî hatine rizgarkirin û di belemê de penaberên Sûrî, Iraqî û Pakîstanî hebûn