Polîtîkaya derve ya Tirkiyê hat rexnekirin
Parlamenterên CHPê polîtîkayên bi derve re ên hikûmeta AKPê nexne kirin û gotin bi van polîtîkayan Tirkiye bi tenê tê hiştin.
K24 - Enqere
Têkiliyên Tirkiyê ên bi Iraq û Îsraîlê re di rojeva parlamentoyê de bûn. Parlamenterên CHPê polîtîkayên bi derve re ên hikûmeta AKPê nexne kirin û gotin bi van polîtîkayan Tirkiye bi tenê tê hiştin.
Tirkiye piştî biserdegirtina Mavî Marmarayê ya ji aliyê Îsraîlê û şandina leşkeran bo Mûsilê hewl dide ku têkiliyên xwe yên navneteweyî baş bike û bo vê yekê gavan diavêje. Parlamenterên CHPê rexne li polîtîkayên AKPê girtin û gotin ku gavekê pêş du gavan şûn ve diavêjin û ev yek jî zerareke mezin dide Tirkiyê.
Parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu got di têkiliyên navdewletî de ne dostanî lê berjewendî girîng e: “Ev rewşa li Iraqê, paşê vekişandina leşkeran û wekî têkiliyên bi îsraîlê re hikûmet van mijaran bo polîtîkayên navxweyî mezin dike û bikar tîne. Kevneşopiyên dewletan û rêzikên navdewletî binpê dike û paşê ji neçarî gavê şûn de diavêje. Ev jî zerarê dide Tirkiyê.”
Parlamenterê CHPê yê Enqerê Murat Emir jî rexne li polîtîkayên hikûmeta AKPê girtin û got ku bi polîtîkayên gavek bi pêş û gavek bi paş de rola Tirkiyê li nav dewletan kêm dibe: “Gotibûn em bi kujerên zarokan re li hev nakin. Lê doh gotin em û Îsraîlê dost in. Şandin û vekişandina leşkeran a bo kampa Beşîkayê jî yek ji van polîtîkayên balkêş e.”
Parlamenterên CHPê bal kişandin ser têkiliyên bi Rûsyayê re û li ser pirsa hûn serdana Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş çawa dibînin jî gotin tiştekî em derbarê vê serdanê de bêjin nîn e lê belê pêwîste tu partî digel Rûsyayê cih negirin.