ÎHD: Li Tirkiyê girtî dest kelepçekirî tên dermankirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)a Şaxa Stenbolê da zanîn ku li girtîgehên Tirkiyê 750 mehkûmên nexweş hene û di nav wan de rewşa 290 kesan gelek xirab e. Herwiha hat diyar kirin ku dema dermankirinê jî destê mehkûman kelepçekirî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD)a Şaxa Stenbolê da zanîn ku li girtîgehên Tirkiyê 750 mehkûmên nexweş hene û di nav wan de rewşa 290 kesan gelek xirab e. Herwiha hat diyar kirin ku dema dermankirinê jî destê mehkûman kelepçekirî ye.

Li Tirkiyê tenduristiya kesên di girtîgehê de dimînin sala çûyî li parlementoyê di nav siyasetmedaran de hatibû guftûgokirin. Sala borî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag diyar kir ku ji bo mehkûmên nexweş hikûmeta wan xebatên xwe didomîne.

Endama Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafên Mirovan Semîray Yilmaz ji K24ê re ragihand ku “piştî soza wezîr Bozdag sal û nîvek derbas bû lê derbarê mijarê de tu gav nehat avêtin.”

Yilmaz got jî: “Di nav 3 mehên dawî de 3 mehkûm ji ber ku li girtîgehê pizîşk nebû û nehatin dermankirin, mirin. Şert û mercên girtîgehan pir xerab e. Tê gotin hinek berpirsên girtîgehan gefê li mehkuman dixwin. Herî zêde girtiyên siyasî gef dixwin. Ji sala 2000'an vir de bi biryara saziya dada pizişkî herî zêde 30 nexweşên girtî serbes hatine berdan.”

Agahiyên malbatên girtiyan û raporên girtîgehan ku gehiştine destê komeleya mafên mirovan nîşan dide ku 750 kesên nexweş di zîndanê de ne. Lê belê li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê 3 hezar girtî nexweş hene.

Gelek caran nexweşxaneyan derbarê tenduristiya girtiyan de raporek amade kir û di raporê de tê gotin ku girtiyên nexweş nabe ku di girtîgehê de bimînin divê serbest bên berdan lê saziya dada pizişkî tevî vê raporê bo serbestberdanê destûr nade. Li gor komeleya mafên mirovan biryara saziya dada pizişkî, siyasî ye.