Li firokxaneya Sebîha Gokçenê ya Tirkiyê teqîn
Rayedarên balefirgehê dan zanîn lêkolînên derbarî teqînê de didomin, lê bo geştê û rabûn û danîna balefiran tu asteng nîne.
K24-Stanbol
Li Stenbolê Balefirgeha Sebîha Gokçenê teqîn pêk hat, 2 karkerên paqijiyê birîndar bûn.
Li Balefirgeha Sebîha Gokçenê demjimêr 02:00'ê berdestê sibê de teqînekê rû da. Hate ragehandin di encamê teqînê de 2 jinên karker ku di nava firokeyê Pegasus de paqijiyî dikirin birîndar bûn.
Rayedarên balefirgehê dan zanîn lêkolînên derbarî teqînê de didomin, lê bo geştê û rabûn û danîna balefiran tu asteng nîne.
Her wiha rêwîyên ku di balefirxaneyê de bûn dan xuyakirin, dengê 3 teqînan hatiye wan û wek dîtir şahidê tu bûyerê nebûne.