Têkiliyên Tirkiye û Îsrailê ber bi başbûnê ve diçin
Tirkiye hewl dide çareseriyekê ji krîza enerjiyê re bibîne û bo vê yekê bi hinek dewletan re hevdîtinan dike. Ji van dewletan yek jî Îsraîl e.
K24 – Enqere
Îdiayên ku Tirkiye bi Îsraîlê re peyman çêkirine bû sedema polemîkên siyasî. Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu got ku di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de hê tu peyman nehatine çêkirin.
Tirkiye hewl dide çareseriyekê ji krîza enerjiyê re bibîne û bo vê yekê bi hinek dewletan re hevdîtinan dike. Ji van dewletan yek jî Îsraîl e. Niha têkiliyên aloz ên ji ber serdegirtina Keştiya Mavî Marmarayê nerm dibin.
Davutoglu derbarê mijarê de axivî û got ku divê tu kes guh li spekûlasyonan negire û hê hewdîtinên wan ên bi Îsraîlê re berdewam in: "Belê niha bi Îsraîlê re hevdîtin hene. Hevdîtin baş diçin lê belê hê encameke erênî bidest neketiye."
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî dibêje, serê Tirkiyê bi dewletên cîran re dikeve belayê û diyar kir ku heta dagirkeriya Îsraîlê ya li ser Gazzeyê ranebe divê peyman bi wê re neyê danîn: "Heta dorpêçkirina Gazzeyê ranebe, hûn peymanekê mohr bikin. Wê xwîna 9 welatiyên me yên di êrîşa Mavî Marmarayê de canê xwe ji dest dan, bikeve stûyê wan kesên peyman mohr kirine. Doza Filistînê dozeke pîroz e."
Serokê MHPê Devlet Bahçeli di daxuyaniya xwe ya li Parlamentoyê de, got heta doh hikûmetê ji Îsraîlê re digot, "Dewleta Terorîst, niha çi hatiye guhertin ku Îsraîl bû dewleteke dost."