Îdîaya DAIŞ gaza sarîn ji Tirkiyê dikire bû sedema krîzê

Li Tirkiyê krîz bi dawî nabin û niha di rojeva siyasetê de qeyraneke nû heye. Nerazîbûn li ser hevpeyvîna parlamenterê CHPê Eren Erdem bo televizyoneke Rûsî her diçe zêdetir dibe.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê krîz bi dawî nabin û niha di rojeva siyasetê de qeyraneke nû heye. Nerazîbûn li ser hevpeyvîna parlamenterê CHPê Eren Erdem bo televizyoneke Rûsî her diçe zêdetir dibe.

‘DAIŞ “gaza sarîn” ji Tirkiyê kirî’ xwediyê vê îdiaya giring parlamenterê CHPê Eren Erdem e. Erdem di hefteya borî de di televîzyonek Rûsî de politikayên Tirkiyê yên derve nirxandin û ev gotinên wî rê li ber nîqaşeke nû vekirin.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu CHP bi bêdengiyê sûcdar kir, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî hêrs bû. Erdogan parlamenterê CHPê wek “xayîn” bi  nav kir: “Eger Îran hebe piştgiriyê dide Îranê, eger Rusya hebe piştgiriyê dide Rusyayê, vî kesî di serkêşiya bûyerên li Geziyê de jî cih girt. Yên, vî mirovê ku heta qirika xwe ketiye nava xiyanetê dikin parlamenter û li pişt wî disekinin jî di rêya wî de ne.”

Piştî gotinên Erdem, di derheqê wî de ji aliye Serdozgeriya Enqerê ve lêpirsîn hat vekirin. Eren Erdem piştî mezinbûna nîqaşan bi daxuyaniyekê xwe parast. Erdem îdia kir ku gotinên wî hatine berevajîkirin. Erdem got “Min negotibû Tirkiye gazê difroşe, min xwest bêjim gaz di ser axa Tirkiyê re derbas dibe.”

Di nav wan nîqaşan de Berdevkê CHPê xwedî li Erdem derket. Haluk Koç got: “Tu carî, tu CHPîyan xiyanet li Komara Tirkiye nekirine û nakin jî. Tu CHPyî, li dijî berjewendiyên Tirkiyê tevnagerin. Tu CHPî bi neyaran re nan naxwin, li ser bazirganiyê naaxifin, nakevin nav têkiliyên qirêj û tarî. ”

Gelo “Gaza Sarîn” ku ewqasî bû sedema nîqaşan çî ye? Gaza sarîn cara yekem di sala 1938an de ji aliyê zanistekî Elman ve hat berhemanîn. Bi tenê dilopeke gazê dikare bibe sedema mirina gelek jîndaran.

Gaz di sala 1950î de ji aliyê Emerika û Sowyetan ve wek “Çeka Kîmyewî” hat qebûl kirin û di vê çarçoveyê de berhemanîna wê hat kirin. Gaz di sala 1988an de ji aliyê diktatoriya Seddem Husên ve li Helepceyê hat bikaranin û bû sedema mirina bi 100 hezaran mirov. Gaz, di sala 1991an de ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve yekser hat qedexekirin.