Li Kilîsê 10 kes hatin girtin ku dixwestin tevlî DAIŞê bibin
Hat ragihandin ku li bajarokê Elbeylî yê Kilîsê 4 jê zarok 10 kes hatine girtin ku dixwestin tevlî DAIŞê bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hat ragihandin ku li bajarokê Elbeylî yê Kilîsê 4 jê zarok 10 kes hatine girtin ku dixwestin tevlî DAIŞê bibin.
Parêzgariya Kilîsê da zanîn ku ji kesên hatine 6 ji wan biyanî ne û di daxwiyaniya parêzgariyê de wiha tê gotin: "Roja 22.12.2015an li qezaya Elbeylî di operasyoneke hêzên ewlekariyê de, 4 jê zarok bi giştî 10 kes hatine girtin ku peywendiya wan bi DAIŞê re hebûye. Ji wan jî 4 Tirk in."
Parêzgariyê herwiha ragehand ku derbarê kesên hatine girtin de lêkolînên dadî û îdarî berdewam in.
Herçiqas di van demên dawî de li Tirkiyê gelek kes bi tohmeta k user bi DAIŞê ne hatine girtin, lê hinek welat û aliyên siyasî Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar dikin ku alîkariya DAIŞê dike, hikûmeta Tirkiyê jî van tohmetan red dike.