ENKSê kiryarên dewleta Tirk şermezar dike

Sekretariya Giştî ya ENKSê daxwaz dike ku, Tirkiyê demlidestê hêzên xwe vekişîne.

K24- Qamişlo

Sekretariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kiryarên dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê şermezar dike, daxwaz dike jî ku hêzên artêşa Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê derkevin.

Sekretariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de, ko kopiyek jê bo K24 hatiye şandin, radighîne ku êrîş û dorpêça li ser navçeyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve “cihê şermezariyê ye û divê Hikûmeta Tirkiyê pêngavên kirdarî ber bi çareserkirina aştiyane ya doza Kurd ve biavêje.”

ENKSê daxwaz ji PKK jî dike ku, hemû hewldanên xwe ji bo vejandina proseya aştiyê tevbigerêne.

Derbarê derbasbûna hêzê Artêşa Tirkiyê li nêzîk Dêrik û Qamişlo de jî, ENKSê diyar kir ku “ew pêngav rewşê aloztir dikie.”

Sekretariya Giştî ya ENKSê jî daxwaz kir ku, Tirkiyê bi awayekî demlidest wê hêza xwe vekişîne.