Di rojeva Tirkiyê de mijara "otonomiyê" germ dibe

Wekî nîqaşên pergala serokatiyê mijara “otonomiyê” jî dest pê kir û di rojeva Tirkiyê de ye. Otonomî li Tirkiyê dê çawa were rêvebirin niha axaftin li ser vêna tê kirin.

K24 – Enqere

Wekî nîqaşên pergala serokatiyê mijara “otonomiyê” jî dest pê kir û di rojeva Tirkiyê de ye. Otonomî li Tirkiyê dê çawa were rêvebirin niha axaftin li ser vêna tê kirin.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş piştî merasîma sondxwarinê li parlamentoyê civînek çapemeniyê lidar xist. Di rojeva Demîrtaş de mijara “otonomî” hebû.  Demîrtaş helwesta AK Partiyê ya li Bakurê Kurdistanê wek “dîtinek bêexlaq” bi nav kir.

Demîrtaş got: “Divê tu kes ji otonomiyê netirse ji ber ku otonomî pergalek li dijî diktatoriyê ye. Otonomî;  ne gef e, ne metirsî ye. Otonomî; ne ji hev dûr ketin e. Pergalek wiha ye ku hemû kes wekhev dikare bihevra bijî. Baştirîn pergal ew e ku gelê Kurd jî bikare beşdarî rêvebirinê bibe.”

Pisporê politikayên navneteweyî Nurettin Demîr ku parlamenterê CHPê ye, nîqaşên otonomiyê ji televizyona Kurdistan24 re nirxand. Demir diyar kir ku nîqaşên otonomiyê ne rast in.

Nurettin Demir diyar kir ku ligel destpêka wê nîqaşê mirov difikre ka gelo mebesta wan pêvçûnan avakirina pergalek nû ye û wiha axifî: “Projeya bi navê “Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin” gav bi gav tê sepandin. Pevçûn dan destpêkirin, anîn vê qonaxê, otonomî wê bibe destpêka perçebûnê. Em rast nabînin.”

Li Tirkiyê pisporên siyasetê dibêjin nîqaşên otonomiyê piştî serdana Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya bo partiyên siyasî wê xurttir bibe. Bi taybet jî di civîna di navbera AKP û HDPê de mijar wê çawa bê axaftin û gotinên Demirtaş yên wek “otonomî pergala li dijî desthilata yek mirovî ye” Dê çawa bandorê li civînê bike, niha ev yek tê meraq kirin.