Îslamiyên radikal gundên Efrînê topbaran dikin

Eniya el-Nusrayê û Ehrara el-Şam gund û warên herêmê dane ber topan

K24 – Efrîn 

Eniya el-Nusrayê û Tevgera Ehrar el-Şam gundên Efrînê bi berdewamî topbaran dikin.

Peyamnêrê K24ê diyar kir ku, Eniya el-Nusrayê û Tevgera Ehrar el-Şam îro careke din gundê Basûfanê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê bi çekên giran û Hawnan topbaran dike. Herwiha.

Her li gor peymnêrê me, heya niha jî şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û wan îslamiyên radîkal berdewam in.

Wan grûpên Îslamî yên radîkal ji pêr ve, gundên Basûfan, Cilbirê û Başemrê û Bênê yên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi çekên giran û bi topên hawanê topbaran kirin. 

Ji bêtirî mehekê ve, Eniya el-Nusrayê, Ehrar El-Şam, Ehrar Sûriya û hin komên xwînrijên di bin sîwaneya Odeya Fetih Heleb de ne, herêma Efrînê dorpêç kirine û êrîşî gundên wê dikin.