Erdogan dê daxwazên Herêma Kurdistanê pêk bîne

Şandey Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî di du hevdîtinên cuda de ligel Serokê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan û Serokwezîr Ahmed Davutoglu teke li ser başkirina pêwendiyan kirin.

K24 – Stanbol 

Bo Hewlêrê mijara wergirtina qerzan, girtina deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, mana leşkerên Tirkiyê li ser xaka Iraqê bo şerê DAIŞê û rizgarkirina Mûsilê û Gaza Kurdistanê, girîngtirîn mijarên hevdîtinê bûn.

Serdan û hevdîtinên şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel rayedarên Tirkiyê li dûrî çavên medyayê hatin birêvebirin.

Li gor zanyariyên ku medyaya Tirkiyê belav kirine, ew serdan bo her du aliyan, destkefteke baş bû.

Bo mûçeyên fermanbaran û krîza aborî ya Herêma Kurdistanê, Barzanî daxwaza alîkariyeke ji Tirkiyê kir, Erdogan jî bi erênî amadeya welatê xwe nîşan da.

Derbarê daxwaza Tirkiyê bo mana leşkerên Tirk li Iraqê, Barzanî tekezî li helwesta Herêma Kurdistanê kir ku, di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de bo şerê li dijî DAIŞê, piştgîrî li hemû hevkariyên welatên herêmê dikin.