Li rojhilatê Efrînê pevçûn derket
Li herêma Efrînê û Ezazê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar û Hêzên Sûriya Demokratîk de derket.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li herêma Efrînê û Ezazê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar û Hêzên Sûriya Demokratîk de derket.
Piştî ku girûpên çekdar yên Ehrar el-Şam û Eniya el-Nusra her du gundên Şiwarxe û Malkiyê ku 7 k.m li başûrê rojavayê Ezazê dikevin, dorpêç kirin, hin jêderan dan zanîn, ku piştî demjimêrekê Hêzên Sûriya Demokratîk careke din gundê malkiye vegerandin.
li nêzîkî gundê Keştiyarê yê ser bi Efrînê ve û Aşê Fêsel û gundê Malkiyê yên bi ser Ezazê ve ji 25 Mijdarê ve di navbera Ceyş el-Siwar ku yek ji pêkhateyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk e û grûpên îslamî ve derketibû.
Herwiha agirbestek di navbera YPG û Odeya Operesyonên Fetih Helebê de hatibû îmzekirin, divabû her du alî hêzên xwe yên leşkerî vekişînin derveyî devera şer û vegerin cihên xwe yên berê. Lê ev agirbest hate binpêkirin.
Ji bêhtirî mehekê ve, Eniya el-Nusrayê, Ehrar El-Şam, Ehrar Sûriya û hin komên xwînrijên di bin sîwaneya Odeya Fetih Heleb de ne, herêma Efrînê dorpêç kirine û êrîşî gundên wê dikin.