Barzanî amadebûna xwe bo yekrêziya aliyên siyasî derbirî
Serokê Herêma Kurdistanê ragehand ku ewê hemû hewlên xwe bo yekrêziya hemû aliyan li Iraqê bike.
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê ragehand ku ewê hemû hewlên xwe bo yekrêziya hemû aliyan li Iraqê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî îro pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Selîm Cibûrî kir, di hevdîtinê de jî, Cibûrî amaje bi rola Serok Barzanî bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî li Iraqê kir.
Herwiha Cibûrî serkeftinên Pêşmergeyên Kurdistanê ya di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê bilind nirxand û xwest bi alîkariya hêzên Iraqê, Pêşmerge û bi piştevaniya hêzên hevpeymanan navçeyên din jî ji destê DAIŞê bêne azad kirin.
Di hevdîtinê de, Cibûrî amaje bi hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir derbarê pêşwazîkirina koçber û penaberên hemû parzgehên Iraqê.
Cibûrî daxwaz ji Serok Barzanî kir ku, rola xwe ya li nêzîkkirina hêz û aliyên siyasiyan û pêkhatên Iraqê de ya ji bo çareserkirina pirsgrêkan û pêkanîna hevkariya rasteqîne de bibîne.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê ragehand ku ewê hemû hewlên xwe bo yekrêziya hemû aliyan li Iraqê bike.