Xebatkarên tendirûstiyê ji bo Sûrê dest bi çalakiyan kirin
Hejmarek doktor û kedkarên tendirûstiya Diyarbekirê xwestin ku derbasî navçeya Sûrê bibin lê polîsan destur neda wan.
K24 - Diyarbekir
Hejmarek doktor û kedkarên tendirûstiya Diyarbekirê xwestin ku derbasî navçeya Sûrê bibin lê polîsan destur neda wan. Li ser vê yekê xebatkarên saxlemiyê bi rûniştinê helwesta polîsan protesto kirin û ragihandin ku dê sibe li Diyarbekirê ji bilî serwisên bilez ew li ti beşên din yên nexweşxaneyan naxebitin.
Endamên Odeya Tabîbên Diyarbekirê, Komîsyona Saxlemiya Kongreya Civaka Demokratîk KCDê, Odeya Dermanfiroşan û hinek endamên saziyan bi xebatkarên saxlemiya Diyarbekirê re li ber derê Şaredariya Bajarê Mezin kombûn û xwestin ku bimeşin navçeya Sûrê.
Li ser navê çalakvanan Serokê Odeya Tabîbên Diyarbekirê Cengîz Gunay ragihand ku, dawî li tundetûjî, mirin û kûştinê nayê, mafê jiyana xelkê Sûrê, saxlemî, xwarin û vexwarinê tê astengkirin.
Polîsan destûr nedan girseyê ku derbasî anvçeya Sûrê bibin. Hat gotin ku heta qedexe û rewşa aloz li navçeya Sûrê berdewam bike dê çalakiyên xebatkarên saxlemiyê jî berdewam in.