Mexmûr: Hejmarek malbatên Ereb xwe radestî Pêşmergeyan kirin
Bi awayekî berdewam xelk ji navçeyên li jêr destê DAIŞê direvin û xwe digehînin sengerên Pêşmergeyan.
K24- Mexmûr
Hejmarek malbatên din ji navçeyên di bin destî DAIŞê de reviyan û xwe radestî Hêzên Pêmerge kirin.
Peyamnêrê K24 li nenia Guwêr-Mexmûr diyar kir ku, bi dehan kes û malbatên pêkhateya Ereb xwe radestî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li wê eniyê kirine.
Ew kesên ku ji navçeyên di bin destê DAIŞê de reviyan e dibêjin ku, dema ew gehiştin sengerên Pêşmergeyan, wan hest bi asûdeyî û aramiyê kir, ji ver ku jiyana li jêr desthilata DAIŞê “dojeh bû.”